Her çend rayedarên Tirk bibêjin 'Em heta nûmareya pêlava wan zanin, zanin bê çend kes mane, sînorên me hatiye paqijkirin' jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê mîna her carê bi pratîka xwe bersiv dan van gotinan û derewan hemûyan pûç dikin. Ji ber vê yekê her çalakiya gerîlayên azadiyê bersiveke yekser a li hemberî dewleta Tirk a dagirker e.
Dewleta Tirk bi taybetî propagandaya wê yekê dike ku li Bakurê Kurdistanê gerîla nemaye û hewl dide her kesî qanih bike. Lê belê hêzên gerîla mîna her carê yekser û li cihê rast bersivê didin dagirkeran. Ji ber vê yekê jî 30'ê Çileyê li Botanê li hemberî baregeha Tabûra Seslîce û hin bîrên petrolê yên li Gabarê çalakiyeke mezin hate kirin û peyamên xurt hatin dayin.
Gerîlayên Kurdistanê berxwedaneke welê dikin ku li cîhanê mînaka wê nîne. Lewma her çalakî û her gava gerîla divê baş bê fêhmkirin. Ji ber ku ti çalakiya gerîla ji ber xwe ve nîne; her yek ji wan xwedî peyamên girîng e. Dewleta Tirk a dagirker nikare xwe li nefesa gelê Kurd jî rabigire û di her firsendê de êrîşî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de herî zêde êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û bi SÎHA'yan bombeyan li gelê sivîl dibarîne. MÎT ji bo karibe li Başûrê Kurdistanê operasyonên xwe yên qirêj bimeşîne bi Parastinê re hevkariyê dike û bi vî rengî xwîna Kurdan dirijîne. Ji ber vê yekê hemû êrîş bi zanebûn û plankirî têne kirin.
Herî dawî di 27'ê Çileyê de li gundê Şihê yê nehiya Dînartê ya navçeya Akrê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê endamên eşîra Zêbarî Cafer Celal û hevjîna wî Sitî ji aliyê MÎT û Parastinê ve bi zanebûn hatin qetilkirin. Lê belê ev yek ne komkujiya destpêkê ne jî ya dawî bû; ji ber ku êrîşên bi vî rengî yên dewltea Tirk ên li hemberî gelê Kurd her roj dewam dikin. Lê belê gerîlayên Kurdistanê bi hêza xwe ya fedaî û tolhildanê, bi çalakiyên xwe bersivê didin van komkujiyan û derbên giran li dewleta Tirk dixin.
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di 30'ê Çileyê de li TRT Gabar li hemberî baregeha Tabûra Seslîce û hin bîrên petrolê çar êrîşên hewayî kir. HPG'ê ev çalakî bi vî rengî ragihand: "Li hemberî êrîşa li ser gelê me yê sivîl, Hêzên me yên Parastina Hewayî bi heman rêbazê wê bersivê bidin."
DIVÊ PEYAMA HPG'Ê ÇAWA BÊ FÊHMKIRIN?
Eger em dixwazin stratejiya Tevgera Azadiyê ya Kurd fêhm bikin divê peyamên ji çalakiyên gerîla baş fêhm bikin. Ji ber ku her ku li ser vê xakê komkujî li dijî gelê Kurd dewam bike, gerîla jî wê her roj hîn xurt bibe û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bixin. Ev çalakî ne çalakiyeke ji rêzê ya bersivdanê bû. Gerîla peyameke şênber dan wan kesan ku baweriya xwe bi dewleta Tirk a dagirker û derewên wan tîne; Gerîla her tim li her derê ye.
Weke ku rêveberiya Tevgera Azadiyê gelek caran got, gerîla tecrûbe û kapasîteya xwe ya teknîkê zêde dike û ji aliyê leşkerî ve gerîla xwedî wê hêza teknîkî ye ku di her firsendê de li her derê dikare li dewleta Tirk a dagirker bixe. Di daxuyaniyên fermandarên Tevgera Azadiyê de jî tê dîtin, gerîlayên azadiyê her roj hîn bêhtir xurt dibin, ji aliyê teknîkî û leşkerî ve dibin xwedî wê huner û kapasîteyê ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bixin. Rastiya şerê ku îro li Kurdistanê tê kirin bi vî rengî ye. Tevgera Azadiyê li qadê bi çalakiyên xwe tê axaftin û çalakiya Gabarê ya dawî yek ji mînakên şênber ên vê yekê ye.