Heval Lalo yê Kurd rehmet kir

Li Londonê Mehmet Surekçî yê ku weke ‘Heval Lalo’ dihate naskirin ku 30 sal in kedkarekî Navenda Civaka Kurd ku ji aliyê civaka şoreşer û Kurdan ve ji nêz ve dihate nasîn, rehmet kir.

Mehmet Surekçî yê nêzî 30 sal in yek ji kedkarê mezin ê avahiya KCC a li Harngey a Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd rêzdariyeke mezin didayê di 62 saliya xwe de rehmet kir. Heval Lalo yê li Londonê bi tena serê xwe dijiya, hem ker û hem jî lal bû, kedkarekî 30 salî ya piştî Mala Gel a London û şûnde li Navenda Civaka Kurd kar kir.

Heval Lalo yê ku li Londonê ji aliyê Kurd û civaka Kurd ve dihate heskirin, li odeyeke ya li avahiya KCC’ê karê berberî dikir. Di çalakî û konê sersaxiyê de kedkar û rêzdariyek mezin û heskirin dihate pêşwazîkirin.

Di serî de rehmetîbûna wî Kurdên Londonê û heskiriyên wî xemgîn kirin. Li avahiya KCC’ê malbat sersaxiyê qebûl dike. Meclîsa Gel a Kurd li vir peyamek da.

Di peyamê de hate destnîşankirin ku Mehmet Surekçî welatparêzeke bi nirx e û got: “Dîrokeke dijiya bû. Heval Lalo bi girêdanbûna xwe ya mezin a Tevgera Azadiya Kurd, xwedî kedekî bê beramber bû. Heval Kalo nîşaneya rast, edalet, heskirin û kedê bû. Gelê Kurd û dostên wan wê heval Kalo ji bîr nekin, her tim bi minet û rêzdarî bibîr bîne.”