‘Her der Gezî her der berxwedan e‘

Li Berlînê bi boneya 9‘emîn salvegera Geziyê çalakiyek hat lidarxistin.

Bi boneya salvegera 9‘emîn a protestoya Geziyê, li Berlîn Oranîenplatzê çalakiyek hat li dar xistin. Bi dehan kes bi banga Piştevaniya Bogazîçî ya Berlînê hatin ba hev û daxuyaniyek xwendin.

Di daxuyaniya bi sernavê “Em Gezîvan in desthilatdarî ber bi çûyînê ve ye” de wiha hat gotin: “Me wek gelên Tirkiyeyê di meha Hezîranê ya sala 2013’an de, tecrûbeyeke bi hêvî, veguherîner û yekgirtî jiya. Em çend kes bûn ku em li dijî hilweşîna darên Parka Geziyê, dîroka wê derê ya polîtîk û sembolên ku temsîla wê dikir û qada giştî, radibûn û di nava çend rojan de em bûn bi hezaran û bi milyonan. Berê em tenê li Parka Geziyê bûn, piştre me got “Her der Gezî, her der berxwedan”, em bûn tevahiya Tirkiyeyê û me serî hilda.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku desthilatdarî Gezî biçûk didît, lê piştre giranî da ser polîtîkayên xwe yên zextê.

Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Me hemû polîtîkayên zextê yên ku desthilatdariyê bi dest rakirinê li ser me pêk dianî û hilweşîna ekolojiyê îtîraz kir. Dema ku me Parka Geziyê diparast, me têkoşîna rûmetê dida û em jin me wekhevî dixwest. Desthilatdariya Erdogan a otorîter a li Tirkiyeyê ji bo ku hemû mihalîfan bêdeng bike û di bin zextê de bihêle, bi hiqûqê li pey hev cezayên rovanşîst e. Parastina xwe, bajar, jiyan, ziman û hebûna xwe çawa dibe sûc?

Berxwedana ku wan rojan me li dijî zextên polîsan bi wêrekî û hêvî bi rê ve dibir, hîn dewam dike. Em nîvîsandina navên berxwedêrên Geziyê li kolanan dewam dikin: Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalitaş, Ahmet Atakan, Abdullah Comert, Medenî Yildirim û Hasan Ferît Gedîk. Em bi cih bûna di berxwedana Geziyê de serbilind in û baweriya xwe ya ku gezî temsîl dike diparêzin. Em destûr nadin ku hevalên me di nav çar dîwarên zindanan de bimînin. Ji ber ku em li pey sê pênc daran û li pey hemû jiyanan e. Ji ber ku em Gezîvan in, deshilatdarî ber bi çûyînê ve ye.”

Piştî daxuyaniyê girseyê direşmeyên “Her der Gezî, her der berxwedan”, “Her der Taksîm, her der berxwedan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Di dawiya bernameya bîranînê de koma Bandîsta çend stran gotin.