HDP bi Seroka MPKE û Sekretiya Giştî ya KE re civiya

Di hevdîtina navbera Parlementerên HDP’yî ya li gel Serokên MPKE’yê û Sekreteriya Giştî ya KE’yê hate gotin ku divê rapora CPT’ê ya têkildarî tecrîdê û rakirina tecrîda li Îmraliyê bê dengdan.

Duh heyeta HDP’ê bi Seroka Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa (MPKE) Lîllîane Maûry Pasqûîerg û Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa (KE) Thorbjørn Jagland re nêzî saetekê civiya.

Heyeta HDP’ê ji Endamê Koma Yekîtiya Çep a MPKE û Alîkarên Hevserokên Giştî yê Berpirsên Têkiliyên Karê Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca, Endamê Yedek yê MPKE Pero Dundar, Endamê Rûmetê yê MPKE Ertûgrul Kurkçu, Nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Faîk Yazig pêk dihat.

TECRÎDA ÎMRALÎ ROJEV BÛ

Di divînê de tendurisitya Leyla Guven û dilgirtina wê hate vegotin. Heyetê di hevdîtinê de ragihand ku divê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawî kirin.

Heyeta HDP’ê ragihand ku herdu civîn erênî derbas bûye. Diyar bû heyeta HDP’ê dawiya hefteyê di çarçoveya vê civînê de bi nûnerên komîsyona, delegasyonên welatên cûda yên dibin banê Konseya Ewropayê de civîn pêk anîne.

RAPORA CPT’Ê AMADEKIRÎ Û TECRÎD HATE BIBÎRXISTIN

Nûnerê HDP’ê Fayik Yagizay ê têkildarî hevdîtinê agahî da, anî ziman ku gelek bendên têkildarî Tirkiyeyê hatin rojevê. Yaizay diyar kir ku di her du civînan de piranî li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven sekinîne û bal hate kişandina ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî.

Heyeta HDP’ê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya girêdayî KE’yê ya sala 2016’an hatibû amadekirin û meha Nîsanê sala borî hatibû eşkerekirin û di raporê de hatibû diyarkirin ku mafê Ocalan û girtiyên din hene bi rêya telefon bi parêzer û malbatên xwe re dîsa mafê nameşandinê heye. Her wiha di hevdîtinê de li ser gotûbêjên MPKE ya ji ber rewşên xirab ên li Tirkiyeyê dewam dike, hate sekinîn, dîsa madeya têkildarî rakirina tecrîdê ya li hê nehatî Desteya Giştî ya ji aliyê Komîteya Şopandinê ya KE’yê ve bi piraniya dengan hatiye erêkirin.

REWŞA KESÊN HATIBÛN HILBIJARTIN BÛ ROJEV

Di hevdîtina heyeta HDP’ê ya bi Seroka Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer û Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa (KE) Thorbjørn Jagland re bal hate kişandin li ser rewşa HDP’yiyên girtî yên hatibûn hilbijartin û zextan.

Nûnerê HDP’ê Yagizay diyar kir ku di hevdîtinan de rewşa Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenter, hevşaredar û rêveberên hatibûn hilbijartin ên di girtîgehê de hate bibîrxistin. Di hevdîtinan de hate gotin ku ji ber ku pasaport ji bo Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel ê endamê MPKE ye, nehate dayîn beşdarî rûniştinan nebûye.

Yagizay got, di hevdîtinan de hilbijartinên xwecihî û zextên Tirkiyeye yên tê payîn were kirin, gefên êrîşên li dijî Rajva û Bakurê Sûriyeyê jî hate nîqaş kirin. Yagizay diyar kir ku di hevdîtinê de hemû binpêkirinên mafên mirovan jî hatine gotubêj kirin.

MPKE Û KE JI BO ENCAMEKÎ NERÊNÎ ÇÊNEBE HEWLDANAN XWE ZÊDE KIRIN E

Fayîk Yagizay diyar kir ku hevdîtinên bi Seroka MPKE û Sekreteriya Giştî ya KE re erênî derbas bûne û ragihand ku herdu kesên li ser herdu saziyan wiah gotin; “Bi Tirkiyeyê re di nava diyalogan de ne.”

Yagizay diyar kir ku serî de Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji bo bûyerekî nerenî çêneb û ji bo çareserkirina pirsgirêkê wê kar bikin.

Diyar bû heyeta HDP’ê ji derveyî hevdîtina bi serokên herdu saziyan re, dawiya hefteyê di çarçoveya vê civînê de bi nûnerên komîsyona, delegasyonên welatên cûda yên dibin banê Konseya Ewropayê de civîn pêk anîne.