Guzman li Bernê hate bîranîn

Serokê Partiya Komunîst a Perûyê Dr. Manuel Ruben Abimael Guzman Reynoso li Bernê hate bîranîn.

Serokê Partiya Komunîst a Perûyê û profesorê felsefeyê Dr. Manuel Ruben Abimael Guzman Reynoso li bajarê Bernê yê Swîsreyê hate bîranîn.

Gûzman ê ku ji 12’ê Îlona 1992’an û vir ve li girtîgehekê di hucreyeke yekkesî de bû di bin tecrîdeke giran de bû. Gûzman di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Di bîranînê de li ser Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê axaftin hate kirin û di axaftinan de hate gotin “Emerîkaya Latîn di serî de li gelek welatên bi sed hezaran şoreşgerên wekî Dr. Abimaek Gûzman ji ber fikrên xwe yên polîtîk dîl hatine girtin û li hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Di nav wan şoreşgeran de Rêberê Tevgera Azadiya Kurdistanê Abdullah Ocalan jî heye. Divê dîlên şoreşger bên berdan.”

Piştî vêxistina mûman, bîranîn bi sloganan bi dawî bû.