Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê: Tendirustiya çalakgeran xerab dibe

Dr. Gulşen bal kişand ser tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û got ku, “Di rojên pêş de dibe ku tendirustiya hevalên çalakger xerab bibe.”

Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku di roja 36’emîn de cara 5’an mûayeneke berfireh kiriye.

Dr. Gulşen diyar kir ku hin çalakger guhên wan dike zingînî û ketin û rabûna tansiyonê zêde tê dîtin. Gulşen got ku, “Bilindbûna rehjenê ya ku em jê re dibêjin taşîkardî, rê li ber gêjbûn û mayîna li piyan vedike.”

Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku mehdxelandin jî zêde bûye û bedena hin çalakgeran êdî nikare hin vexurkan qebûl bike û ev tişt jî wan dixe nav fikaran.

HIN ÇALAKGER PIŞIKA WAN NÊM GIRTIYE

Dr. Gulşen diyar kir ku çend çalakger ji ber enfeksiyonên grîbal, bronşên wan nêm girtiye û ev tişt wan dixe nav fikaran. Dr. Gulşen diyar kir ku heke çalakger xwe vehesînin, ew ê ev tişt pak bibe. Dr. Gulşen got ku, “Lê heke ev tişt derbas nebe, ew ê ev tişt rê li ber nêmgirtina pişikê veke û du çalakger ew ê zêde astengiyê bikişînin.”

HIŞYARIYA JI BO ROJÊN PÊŞ

Dr. Gulşen diyar kir ku hin çalakgeran 10-12 kîlo li xwe kêm kirine û hinekan jî bi 7-10 kîloyan kêm kirine. Dr. Gulşen got ku, “Heke em bala xwe bidin van semptoman, em dibînin ku di rojên pêş de dibe ku tendirustiya hevalên di çalakiya greva birçîbûnê de xerabtir bibe.”

Dr. Gulşen diyar kir ku hin çalakger li hemberî deng û ronahiyê hesasiyetek bi wan re çêbûye. Dr. Gulşen ji bo ku kesên ku tên serdana çalakgeran jî got ku, “Ji ber zivistanê divê çalakger xwe biparêzin. Divê kesên ku tên serdanê jî bizanibin ku vîrusên enfeksiyonê bi wan re tune û li lokala ku çalakî tê kirin, sabûnên dezenfekteyê bi kar bînin.”