Gerîlayên li Geverê şehîd bûbûn li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Gerîlayên bi navên Firat Jiyan Zagros (Nejdet Ayçîçke) û Harûn Delal (Mikdad Orde) yên di meha Tîrmeh û Tebaxê li navçeya Gever a Colemêrgê şehîd bûbûn, li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Her du gerîla di êrîşên dewleta Tirk a 25’ê Tîrmeh û 6’ê Tebaxê pêk hatin de şehîd bûbûn.

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Di bîranînê de NCKD-Dûîsbûrgê Nuh Yildirim, li sernavê KOMAW Şenge û li ser navê FEDA Ayten Şîmşîr axivîn. Kesên li ser navê malbatên şehîdan axivîn diyarkirin ku wê girêdayî bîranîn û rêya şehîdan bin.

Li salona bîranînê li gel hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên şehîdan jî hatin bilindkirin, mûm hatin pêxistin. Her wiha xwarin hate belavkirin.