Enternasyonalîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan tevlî nobetê bûn

Enternasyonalîstan Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê wergirtin û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê fîzîkî de azad bibe.

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şikandina tecrîdê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi Nobeta Azadiyê kiribûn. Nobet di 25’ê Hezîranê de 10 salên xwe tijî dike.

Li qada hevpar a di navbera Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de nobet didome. Her hefte komek nobetê werdigire. Di hefteya 523’an de jî komeke enternasyonal çalakiya nobetê wergirt.

Matthîas Camîlle diyar kir ew ji Parîsê hatiye û li hemberî êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nobetê bûye. Camîllîe diyar kir  Nelson Mandela jî wekî Abdullah Ocalan di bin êşkenceyeke mezin de bû û piştre ji ber zexta navneteweyî hatiye berdan. Camîllîe diyar kir ev tişt dikare ji bo Abdullah Ocalan jî pêk were.

Naomî Gûîhard jî diyar kir ji bo piştgiriya kesên ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin ew hatiye Strasboûrgê û bal kişand ser hevgirtina gelên li hemberî mêtingeriyê têdikoşin.