Enflasyon li Elmanyayê bû ji sedî 7.9

Li Elmanyayê enflasyon gihîşt ji sedî 7.9'an û bi vî rengî derbasî asta herî bilind a 50 salên dawî bû.

Zêdebûna buhayê enerjî û xurekê li Elmanyayê rêjeya enflasyonê gihand asta herî bilind a 50 salên dawî. Li gorî hesabên Ofîsa Stastîstîkan a Federal buhayê serfkaran meha Gulanê li gorî heman meha sala derbasbûyî ji sedî 7.9 zêdetir bû.

Bi vî rengî li vê aboriya herî mezin a Ewropayê rêjeya enflasyonê li ser hev sê mehan di ser asta ji sedî 7'an de ma. Ji meha Nîsanê heta Gulana 2022'an buha ji sedî 0.9 zêde bû. 

Rêjeya enflasyonê ya heyî li Elmanyaya ku bû yek, ti carî ne di vê astê de bû. Li eyaletên berê yên federal rêjeya bi heman rengî di zivistana salên 1973-74'an de pêk hatibû. Wê demê di encama krîza petrolê ya destpêkê de buhayê rûnê madenî gelekî bilind bûbû.

Serokê Ofîsa Statîstîkan George Thîel got, "Sedema bingehîn a bilindbûna enflasyonê zêdebûna buhayê berhemên enerjiyê ye. Lê belê di serî de xurek di gelek malên cuda de jî buha zêde bûye." Buhayê enerjiyê di meha Gulanê de bi asta ji sedî 38.3 zêde bû. Buhayê sotemeniyê ji sedî 41 zêde bû. Maliyeta sotemeniya kalorîferê li gorî salek beriya niha ji sedî 95 zêde bû.

Pispor bi fikar in ku buha ne tenê ji bo enerjiyê di heman demê de li her derê dikare zêde bibe. Buhayê xurekê ji jinûve yekbûnê û vir ve qet ji sedî 11.1 zêde nebû bû. Rûnê tîr û ron ê ji bo xwarinê gelekî biha bûye. (Ji sedî 38.7). Buhayê goşt (ji sedî 16.5), berhemên şîr û hêk (ji sedî 13.1) û berhemên nan û zad (ji sedî 10.8) zêde bûne.

Şerê hegemon ê li Ûkraynayê û pêkanînên dewletên Rojavayî li ser Rûsyayê bûn sedem ku buhayê enerjî û xurekê zêde bibe. Ev yek jî zorê dide şîrketan û serfkaran û aboriyê lawaz dike.