Endamên ANTÎFA ji bo Rojava meşiyan

Endamên ANTÎFA bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kirin ku dest ji hevkariya li komkujiya Kurdan û dagirkirina Kurdistanê berdin û diyar kirin ku ew bi gelê Kurd re ne.

Endamên koma ANTÎFA li bajarê Bremenê yê Elmanyayê li hev kom bûn û li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dirûşma "Rojava biparêzin" meşiyan.

Di çalakiyê de bang li dewleta Elman û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku dest ji hevkariya xwe ya li komkujiya Kurdan û dagirkirina Kurdistanê berdin û hate ragihandin ku ew bi gelê Kurd re ne.

Endamên ANTÎFA'yê bi alên YPG û YPJ'ê ji Wesserdîchê heta navenda bajêr meşiyan û li ser mijarê belavok belav kirin.