DYE bi Berlînê re têkiliyên xwe dîsa geş dike

DYE têkiliyên xwe yên bi Elmanyayê re ku dema Donald Trûmp xirab bûbû, ji nû ve xweş dike. Hate ragihandin ku wê yekîneyên din jî bişînin welêt.

Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê Llyod Austîn bi destdagirtî serdana pêşî ya Elmanayê kir.

Austîn bi hevtaya xwe ya Elman Annegret Kramp-Karrenbauer re daxuyaniya çapemeniyê da û got, ''Ez kêfxweş im ku îro radigînim em ê hêzên Emerîkî yên li Elmanyayê zêdetir bikin.''

Şefê Efro-Emerîkî yê Pentagonê Austîn got wan Wezareta Elman ragihandiye ku niyeta wan heye 500 leşkerên din jî bişînin herÊma Wîesbadenê.

Ev daxuyanî qutbûna ji polîtîkaya serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp e.

Trûmp gelek caran rexne anîbû ser Elmanyayê ku zêde alîkariya darayî li NATO'yê û ewlehiya xwe nake.

Hevtaya Austîn ya Elman jî li ser zêdekirina yekîneyên leşkerî ya li Elmanyayê got, ''Agahdariyeke pir xweş e'' û ''sinyaleke xurt a yekîtiyê ye''.

Trûmp biryar li ser dabû ku hebûna leşkerî ya Emerîkayê ya li Elmanyê kêm bike û ragihandibû ku ew ê 12 hezar leşkerên li Elmanyayê li derveyî Elmanyayê bi cih bikin.

Li tevahiya Elmanyayê hijmara leşkeran ku ji sala 1990'î ve 200 hezar bû niha 34 hezar û 500 e.

Biryara Trûmp ji bo Emerîkiyan bûbû surprîz. Ji ber ku van salên dawî ji bo nûjenkirina baregehên Emerîkî yên li Elmanyayê gelek veberhênan hatibûn kirin. Leşker ji baregehên li Elmanyayê ji bo welatên weke Iraqê û Efganîstanê têne şandin. Artêşên welatên endamên NATO'yê li Elmanyayê bi rengekî bipergal perwerde dibin.