Divê Swêd nehêle ku Kurd werin krîmînalîzekirin

Wekîla Sosyalîst Amîneh Kakabaveh got divê destûr neyê dayin ku polîsên Swêd Kurdan krîmînalîze bikin.

Wekîla Sosyalîst Amîneh Kakabaveh neheqiya ku li Kurdan tê kirin anî rojeva Parlamentoya Swêd û ji hikûmeta Swêd xwest ji bo ku neheqiya li ser Kurdan biqede hewl bide.

Piştî ku doza têkilî kuştina Serokwezîrê berê yê Swêde Olof Palme hate girtin û hate aşkerekirin ku ti têkiliya PKK'ê bi dozê re nîne rêxistinên Kurd û nûnerên partiyên siyasî ji Swêd xwestin ku ji Kurdan lêborîn were xwestin û PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin lê li şûna vê polîsên Swêd zexta li ser Kurdan zêde kirin, serlêdana penaberiya siyasî ya gelek Kurdan hate redkirin. Kakabaveh bal kişande ser yasayên terorê ku 1'ê Adarê sazkar bûyî û ji bo DAÎŞ'ê hatî hazirkirin ji DAÎŞ'ê bêhtir li ser Kurdan tê bicihanîn.

Kakabaveh diyar kir piştî ku yasaya navborî sazkar bûye yek DAÎŞ'î jî nehatiye darizandin, nehatiye dersînorkirin lê polîsên Swêd 30 Kurd ji bo ewlehiya Swêd weke taloke nîşan daye û ew deqandine.

Wekîla Sosyalîst deqkirina Kurdan û krîmînalîzekirina Kurdan a bi destê Swêd ku di nav koalîsyona navnetewî ya dijî DAÎŞ'ê de ye û destekê dide gerîlayên Kurd ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê weke 'dirûtiyê'' nirxand.

Kakabaveh diyar kir polîsên Swêd hewl didin ku HDP'ê weke rêxistineke krîmînal nîşan bidin û got,''Zextên polîsên Tirk ên li Kurdistanê û Tirkiyê yên li ser HDP2ê li vir jî polîsên Swêd dikin.''

Kakabaveh bi bîr xist ku heta niha 30 Kurd hatine deqkirin û got, ''Ne Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û ne jî parêzer nizanin bê ka ev mirov bi çi têne tawanbarkirin. Ev, ji ber ramanên wan, deqandina mirovan e. Polîsên Ewlehiyê yên Swêd ne li ser terorîstên DAÎŞ'ê û nîjatperestan li ser penaberên jirêzê, welatiyan zextê dike. Kurd li dijî vê helwesta polîsan divê xwedî helwesteke hevpar û xurt bin.''