Dîmenê çalakiya li Zapê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Girê Şehîd Mûnzûr ê li herêma Zapê weşand ku 1'ê Gulanê pêk hat û 4 dagirker tê de hatin kuştin.
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Girê Şehîd Mûnzûr ê li herêma Zapê weşand ku 1'ê Gulanê pêk hat û 4 dagirker tê de hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
"1'ê Gulanê saet di 17:40'î de li dijî kozikek dijmin a li ser girê Şehîd Mûnzûr ê li herêma Zapê hêzên me çalakî li dar xistin. Di vê çalakiya serketî de 4 dagirker hatin cezakirin û kozik hate îmhakirin. Piştî çalakiyê, dagirkeran cenazeyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin."