Di Meşa Avhewaya Kurewî de çekên kîmyawî hate protestokirin

Endamên CDK’ê berî konferansa COP26 li Swîsreyê bi meşekê bal kişandin ser qirkirina xwezayê û jiyana xwezayî ya bi çekên kîmyawî û gazên jehîr ya dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê bi kar tîne.

Beriya Konferansa Guherîna Avhewayê (COP26) a li Swîsreyê li 7 navedan aktivîst ketin qadan, bi çalakiyên kirin daxwaz kirin ku di astekî kurewî de tedbîr bên girtin.

Yek ji van çalakiyan jî li Cenevreyê hate kirin.

Endamên Civaka Kurd a Cenevre ku li stasyna trenê ya navenda bajar saet 16:00’an kom bûn, dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Dewleta Tirk li dijî xwezayê, bi çekên kîmyawî êrîş dike’ bal kişandin ser qirkirina xwezayê ya bi çekên kîmyawî û gazên jehrî.

Kurdistaniyan bi dirûşman ji saziyên navneteweyî xwest ku tavilê mudaxeleya vê yekê bikin.

Meşa ku piştî nîv saetê dom kir, gihiştin beriya NY li vir bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.