Dallemagne: Divê hikûmeta Belçîka ji bo Êzidiyan nexşerêyekê derbixe

Parlementer Beorges Dallenmagne yê pêşengtî ji naskirina Qirkirina Êzidiyan li Parlementoya Belçîkayê kir, daxwaz ji hikûmetê kir ku nexşerêyekê derbixe.

Meclîsa Nûneran a Belçîka 15’ê Tîrmehê pêşnûme biryarek ku qirkirina li ser Êzidiyan nas bike û mehkûm bike bi piraniya dengan erê kir. Pêşnûme biryara ku hemû koman destek kir, ji Partiya Demokrat a Xiristiyan cdH’ê Georges Dallemagne pêşengtî kir. Di biryara hate girtin de, sûcên çeteyên DAÎŞ’ê Tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan kirî û rêze daxwazan ji hikûmetê dike, hene. Di nava van de ji bo sûcên qirkirinê nemîne bê ceza, bikaranîna hemû derfetên hiqûqî, ji bo Êzidî vegerin ser cih û warên xwe derfet bên peydakirin, gund û bajarokên hatine kavilkirin û hilweşandin ji nû ve bên avakirin, ji bo jin û zarokan alîkariyên taybet ên mirovî bên pêşwazîkirin, li xwe digire.

Parlementerê Belçîkayî Dallemagne, têkildarî bê çima ketine nava hewldanek wiha, wê bi zelalî Belçîka çi bike, edaletê çawa bi cih bîne ji ANF’ê re nirxand.

Dallemagne li ser hewldan û xebatên pêşnûme biryara nasandina qirkirina li ser Êzidiyan diyar kir ku gelek carî çûye Iraq, Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê û got: “Ez bi gelê ji ber DAÎŞ’ê reviyan re axivîm. Bi taybet li gel koçberên li Dihok û Zaxo li kampan dijîn re axivîm. Çîrokê ku ez sersûrman û şok kirin vegotin. Çîrokên îro tên zanînin. Gelek caran vegeriyam. Gelek lêpirsînên ku vê yekê weke qirkirin dide nîşandan hene. Bi Bavê Şêx re civiyam. Ji min daxwaz kir ku divê Parlementoya Belçîka vê qirkirinê nas bike. Dema ku li gundekî li ser rêya Dihokê bûm, rastî hev hatin û min ev soz dabûyê.”

Li ser gavên ku ji niha û şûnde Belçîka bavêje jî Dallemagne destnîşan kir ku nasandina pêşnûmeyê ji naskirin û mehkûmkirinê tiştekî zêdetire. Dallemagne got: “Bê şik û guman nasandin girîng e, heman demê biryar ji bo edaletê sozeke ji bo vegera Êzidiyan, ji nû ve avkirin, alîkariyên tenduristî, bi taybet gihandina alîkariyê ya ji bo jin û zarokan e. Bi taybet ji bo darezandina Belçîkiyan pir girîng e. Gelek Belçîkî hene ku taybet ji aliyê Êzidiyan ve weke êşkencekar û qatilên xwe tesbît kirin, hene. Di nava van de Tarik Jadaoûn ê li Bexdayê tê ragirtin heye. Ji bo alîkarîkirinê biryareke şênber heye. Ji bo pêkanîna biryarê ez ê daxwazê ji Wezareta Karê Derve bikim ku nexşerêyekê çêbike.”

Dallemagne li ser bandora biryarê û heman tişt li welatên din ên Ewropayê jî pêk bê ev got: “Niha bandora wê bû. Hollandayê jî metneke dişibe vê nîqaş kir. Dîsa li Ewropa bandora vê hebû. Biryara ku Belçîka têkildarî qirkirinê girt, di wê baweriyê de me ku biryara herî girîng û bi hêze ku nêzî 20 sal ên ku parlementerim hatiye girtin. Metnekî pir vekirî ye. Ti guman têde nîne ku wê di siyaseta navneteweyî de jî bandor hebe.”

Dallemagne diyar kir ku êdî ev biryar naçe Senetoyê. Dallemagne anî ziman ku bi awayekî teknîkî mirov dikare bêje ku Belçîka bi rêya parlemetnoyê qirkirina li ser Êzidiyan nas kir û mehkûm kir.

Li ser gefên Tirkiye ya li ser Şengal û Êzidiyan jî Dallemagne axivî û destnîşan kir ku hêvî dike ev biryar ji bo hemû êrîşên li ser Êzidiyan bibe mertalek û got: “Di dîroka Êzidiyan de dibe cara yekê be ku trajediyek wiha tê nasîn, ji bo parastina civaka Êzidî gavên şênber hene.Herî kêm di warê polîtîk de ev nasandin pir girîng e.”

Dallemagne li ser daxwaza Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya darezandinên çeteyên DAÎŞ’ê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî got: “Di wê ramanê de me ku avakirina dadgeheke navneteweyî zor e. Lê ji bo dadgehên navneteweyî di vê ev nebin asteng. Pêşniyarên Fransa û Elmanya hene. Divê li benda dadgeheke navneteweyî nemînin, dizanin zehmet e. Iraq naxwaze, DYE naxwaze. Ji ber ku ji bo Rojava nasandineke siyasî ya navneteweyî nebûye, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zehmet e. Dikare ev daxwaz bidome, bê ku li bendê bê hiştin divê berpirs bê darezandin. Mexdûr li bendê ne ku berpirs bên darezandin.”

Dallemagne li ser pirsa gelo li Belçîkayê cîhadîstên ku destê wan di qirkirinê de hene yan ne jî got: “Em vê nizanin, ji ber ku em ne xwedî ewqas delîlin ku tevlî sûcê qirkirinê bûne yan na. Niha delîlan kom bikin. Lêpirsîn didomin.”