Dagirkeriya Tirk li Frankfûrtê hate protestokirin

Kurdistaniyan dagirkeriya Tirk li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi çalakiyekê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên xwe saet 17:00’an li qada Haûpwache ya Frankfûrtê mîtîngek lidar xistin û bê navber dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bijî Berxwedana Zapê’ qîr kirin.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê ya di salvebera Qirkirina Ermeniyan a li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê û got: “Di xwazin bi van êrîşan peyama; eger hûn teslîm nebin û çok nedanin, em ê weke Ermeniyan jî qira we bînin. Bang li gel dikin ku li dijî van êrîşên qirkirina gelan dengê xwe bilind bikin, bang li raya giştî ya Elmanya dikin ku vê hovîtiya TC’ê bibihîsin û xwedî li gerîlayên azadiyê derkevin.”

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.