Dadgeha Awûstûryayê ji bo sîxûrê MÎT'ê 3 sal ceza dixwaze

Diyar bû ji bo sîxûra MÎT'ê ku tebaxê piştî êrîşa faşîstên Tirk hatî girtin, dozgeriya bajarê Welssê ya Awûstûryayê îdîaname hazir kiriye. Ji bo sîxûrê MÎT'ê ku ispat bû 2 salan agahiyên Kurdan dida MÎT'ê.


Heftiya dawî ya Hezîrana sala çûyî li paytexta Awûstûrya Wiyaneyê nîjatperestên Tirk ên alîgirên AKP-MHP'ê rûdanên tundî kiribûn. Yekîneyên ewlehiyê yên Awûstûryayê di êrîşên ser Kurdan û muxalîfên rejîmê de tespît kiribû ku para MÎT'a Tirk heye û lêpirsîn kûr kiribû.

Îlonê jî Wezîrê Karê Navxwe Karl Nehammer aşkere kiribû polîsan ku lêdikole nîjatperestên Tirk çawa organîze dibin, li Eyaleta Awûstûryaya Jorîn (Oberosterreîch) sîxûrekî MÎT'ê gritine. Derheqê sîxûrê ku dema hewl dida agahiyê ji Enqerê re bişîne li ser sûc hatî girtin lê nasnameya wî nehatî aşkerekirin dozgeriya bajarê Welsê piştî lêpirsîna ku bi mehan dom kirî îdîaname hazir kir.

Li gorî agahiyên ku di medyaya Awûstûryayê de hatî dayin, di îdîanamayê de tê diyarkirin ku sîxûr 45 salî ye, akademîsyen û jin e, di navbeyna Îlona 2018'an û Hezîrana 2020'an agahiyên têkilî komeleyên Kurd ji MÎT'ê re şandiye. Nehate gotin bê ka ev agahî çi ne.

Tê gotin sîxûra ku tê texmînkirin ketî nav komeleyên Kurd û Tirkiyeyî 2018'an dema ku wê biçûya Tirkiyê hatiye destgîrkirin û sîxûriya ku lê hatî ferzkirin qebûl kiriye. Berdevkê dozgeriya Welsê Gerlînde Hellebrand jî got, ''Bersûc hem ji tirsan û hem jî di ber pereyan de ev kar qebûl kiriye.'' Hate aşkerekirin ku darizandina sîxûr wê 3'yê Gulanê dest pê bike.