Ciwanên Rojava bi şahiya piştevaniyê hatin ba hev

Navenda Neukolln (Komeleya Rojava ya Berlînê) ji bo ciwanên Rojava yên li Berlînê dijîn şahiya piştevaniyê li dar xist.

Navenda Neukolln (Komeleya Rojava ya Berlînê) ji bo ciwanên Rojava yên li Berlînê dijîn şahiya piştevaniyê li dar xist. Di şahiya piştevaniyê de ji bo şehîdan rêz hate girtin.

ŞOREŞA ROJAVA

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Rojava Bedran Çiya Kurd bi rêya skype tevlî şahiya piştevaniyê bû û axaftin kirin. Kurd anî ziman ku Şoreşa Rojava şoreşa ciwanan e û pêşengê wê jî ciwananin.

Di şahiyê de Hunermend Natalya derket ser dikê û Şoreşa Rojava silav kir.

Piştî Hunermend Natalya, Şerîf Omerî derket ser dikê û strana “Zîndana Diyarbekir“  di şexsê Garîbe Gezer, Halîl  Guneş de û diyarî tevahiya şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kir.

Şahî bi gerandin govendê bedewam dike.