Ciwanên Kurd li Berlînê li dijî dagirkeriyê meşiyan

TCŞ, TEKO-JIN û ciwanên enternasyonalîst li Berlînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Ciwan li paytexta Elmanya Berlînê ji Haermanplatz heta Kottbûsser Torê meşiyan.

Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û komên enternasyonalîst tevlî meşê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin, berxwedana gerîla silav kirin.

Piştî axaftinan ber bi Kottbûsser Torê ve meşek hate kirin.

Meş bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî.