Ciwanan li WRD’ê çalakî kirin

Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li bajarê Bîelefled ê Elmanyayê li avahiya televîzyona WRD’ê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de ciwanek hate destgîrkirin.

Bi dehan ciwan di saetên danê nîvroyê de ketin avahiya televîzyona WDR’ê ya li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê.

Ciwanan anî ziman ku armanca wan piştgirîkirina grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li dijî tecîrdê ne û got: “Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger a bi pêşengtiya Leyla Guven de hatine destpêkirin di rewşên krîtîk de ne. Divê raya giştî ya Elmanya li hemberî vê hê bi hestyartir û divê daxwazên çalakvanên grevên birçîbûnê di çapemeniya Elman de bidin nîşandan.

Çalakvanan anî ziman ku ne tenê çapemeniya Elman hemû çapemeniyên Ewropî grevên birçîbûnê nabînin, bang kirin ku divê saziyên çapemeniyê nebin hevkarên vî sûcî.

Ciwanan daxwaz ji televîzyona WDR’ê kir ku helwestekî zelal bidin nîşandna û diyar kir ku divê sûcên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û tecrîda giran a li ser Ocalan di çapemeniyên xwe de bidin nîşandan.

Daxwaza hevdîtinê ya ciwanan a bi rayedarên WRD’ê re hate redkirin. Li ser bangkirina rayedarên TV polîs hatin avahiyê û polîsan bi şidetê xwestin ciwanan derbixînin ji avahiyê. Aktivîstek li vir hate destgîrkirin.