CDK-S’ê kampanyaya îmzeyan a ji bo naskirina komkujiya Êzidiyan da destpêkirin

CDK-S’ê bi daxwaza naskirina bi fermî ya komkujiya Êzidiyan ji aliyê hikûmeta Swîsreyê ve û parastina bi navneteweyî Êzidiyan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ji ber rûbirûbûna Êzidiyên Şengalê ya bi êrîş û gefên dewleta Tirk û hêzên din ên li Iraqê, bi armanca parastina Êzidiyan û naskirina wek komkujî ya êrîşên çeteyên yên li ser gelê Êzidî yên 3’yê Gulana 2014’an kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Di kampanyaya îmzeyan a bi rêya lînka https://act.campax.org/petitions/anerkennung-des-volkermordes-an-der-ezidischen-gemeinschaft-im-nordirak hatiye destpêkirin û îmzeyên bên berhevkirin wê pêşkêşê Konseya Federal a Swîsreyê were kirin de;

  • Naskirina fermî ya qirkirina li dijî Êzidiyan
  • Parastina navneteweyî ya civaka di bin gefa qirkirina dewleta Tirk û hêzên din ên li Iraqê de ye.
  • Daxwaza avakirina ji nû ve ya cih û warê Êzidiyan ê li Çiyayên Şengalê û alîkariya aborî hene.

Di metna kampanyayê yê de hat bibîrxistin ku komkujiya Êzidiyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê ve hatiye naskirin de, lêzgîniya rewşê bi van gotinan hat ravekirin:

“Malbatên ku salên dawîn li mala xwe vegeriyan, bi tevgera leşkerî ya bi artêşa Tirk û ya Iraqê ya bi Başûrê Kurdistanê hevpar cardin ketin xeteriyê. Ji ber ku hêzên hewayî yên Tirk vê herêmê didin ber bombeyan û artêşa Iraqê bi demeke kin herêmên Êzidiyan xistin bin kontrola xwe û êrîş birin bi ser yekeyên parastina cewherî yên li wê derê. Hêj jî dixwazin ku Êzidiyên ji dayîna biryarê li ser çarenûsa xwe bêpar tên hiştin, bikin pêlîstokê lîstikên hêza jeopolîtîk.

Bi taybetî di vê rewşê de parastina civaka Êzidî û naskirina komkujiyê ji aliyê hikûmeta Swîsreyê ve divêtiyeke bi lezgînî ya ji her demê bêhtir e.“