Bi sedan kesan Alî Donez oxir kir
Hunermend Alî Donez ê ku li Ulmê bi nasnameya xwe ya demokrat tê nasin ji aliyê sedan kesî ve hate oxirkirin.
Hunermend Alî Donez ê ku li Ulmê bi nasnameya xwe ya demokrat tê nasin ji aliyê sedan kesî ve hate oxirkirin.
Hunermendê demokrat Alî Donez di 76 saliya xwe de koça dawî kir.
Donez ê ku ji salê 70’iyan û vir de li Elmanya dimîne, heta ku hate teqawîtkirin jî li Hydramatîkê weke karker xebitî û ji têkoşîna sendîkayê dûr nerawesta.
Donezê ku bi tembûra xwe cihê xwe di çalakiyan de digirt, bi sedan xwendekar ji “Dibistana Solfej a Muzîkê“ mewzûn kir.
Piştî wefata Donez, Komeleya FC Birûmet sê rojan serdanên sersaxiyê qebûl kir.
Di meresima cenaze de ji ber şewbê tenê 400 kes tevlî meresima sipartina axê bûn.