Meşa Dirêj ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tê kirin, îsal di navbeyna 11-16'ê Îlonê ji Kolnê ya Elmanyayê heta bi bajarê Aaachenê bi dirûşmeya, 'Dest bi dest, mil bi mil werin cenga azadiyê' wê were kirin.
Meş bi çarçoweya pêngava 'werin cenga azadiyê' wê pêk were û ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Ewûstûrya û Ingilistanê, ji tevahiya Ewropayê bi sedan ciwan wê tevlê bibin.
Komîteya Amedekar a Meşa Dirêj di rewşek wiha de ku faşîzma dewleta Tirk li Kurdistanê zêde bûye, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girankirin û xeta xayintiyê li Kurdistanê didome, bal kişande ser giringiya meşê.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst banga tevlêbûna li çalakiyê kirin û diyar kirin ew ê meş bi rihê pêngava şoreşger a Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê bibe û bi meşê ew ê peyamê bidin dewletên Ewropayê ku ji hêla leşkerî, siyasî û aborî ve destek didin qirkirina Kurdan.
Ji tevahiya Ewropayê ciwan wê tevlî meşê bibin û meş 10'ê Îlonê li Kolnê ya Elmanyayê wê dest pê bike.
BERNAMEYA MEŞÊ
10 Îlon kombûn -Koln
11 Îlon Koln HBF – Leverkusen Mitte
12 Îlon Leverkusen Mitte – Dusseldorf Benrath
13 Îlon Dusseldorf Benrath – Dusseldorf Mitte
14 Îlon Duisburg HBF – Tyssen&Krupp - Marxloh
15 Îlon Neuss HBF – Monchengladbach HBF
16 Îlon – Semîner û meşa ber bi Aachenê ve