Bi deh hezaran li Dusseldorfê êrîşên kîmyewî protesto kirin-NÛ BÛ

Bi deh hezaran kes li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîla pêk tîne, li Dusseldofê hatin ba hev.

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîla pêk tîne, bi meşa ku ji aliyê Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat organîzekirin, hat protestokirin. Her wiha bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO û dewletên alîgir jî hat protestokirin û bi deh hezaran Kurdan û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, tevlî meşê bûn.

Girse di saetên zû yên siharê de li parka DGB Haûz (Zap) û Rheînwîesen (Avaşîn) a Dusseldorfê hatin ba hev û piştî silavkirin û axaftinên nûnerên saziyan, ji du aliyan ve dest bi meşê kirin. Ji bo bal kişandina ser êrîşên kîmyewî, cilên spî jî li xwe hatin kirin û pankartên ku wêneyên 17 gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn, hatin vekirin. Girseyên dovîzên ku bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk lenet dikin, hildan û bê navbeer dirûşmeyên “Zap, Avaşîn, Metîna”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Terorîst Tûrkeî”, “Terorîst Erdogan”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Meş li Parka Rheîn (Metîna), li qada mîtîngê bi dawî bû. Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever girse silav kirin û bi awayek kurt axivîn. Pişte Hozan Diyar stran gotin.

Nûnerên sazî û partiyên Kurdistanî û nûnerên Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Ewropayê (ADGB) derketin ser dikê û girse silav kirin. Piştre daxuyanî hatin xwendin. Artîn Marîwan daxuyaniya bi zaravayê Kurdî û Soranî xwend û daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî jî ji aliyê Ridvan Bîlek ve hate xwendin. Daxuyaniya bi Tirkî jî ji aliyê Hulya Yer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em dizanin ku dewleta Tirk a qirker bi projeya xwe ya Neo Osmanî, dagirkirina hemû herêmên Kurdistanê dike hedef. Lewma bi her cure rêbazên qirêj, li Kurdistanê şer didomîne. Dewleta Tirk a ku di encama berxwedana gerîlayên azadiyê û gelê Kurdistanê de têk çûye, ji bo tunekirina deskeftî pêşeroja hemû gelê Kurdistanê û di sala 100’emîn a Lozanê de xeyalên xwe pêk bîne, hiqûq û peymanên navneteweyî tune dihesibîne û dixwaze ku bi bikaranîna çekên kîmyewî encam bigire.

‘BÊDENGMAYÎN ERÊKIRINA QIRKIRINÊ YE’

Em weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê, divê bibînîn ku dewleta Tirk li Kurdistanê êrîşên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê, sivîl û xwezaya me pêk tîne, êrîşek e ku li dijî hemû gel û baweriyên li herêmê dijîn e. Em saziyên Kurdistanî siyaseta weke ku sala 1988’an li Helepçeyê çekên kîmyewî hatin karanîn û destpêkê bêdengmayîn û piştî bi salan qala vê qetlîamê kirin, qebûl nakin û weke heqaret qebûl dikin. Em Kurdistanî dîsa bang li OPCW û saziyên navneteweyî dikin ku şandeyekê bişînin herêmê û lêkolînê bikin.

Heta ku li Kurdistanê dagirkerî û qetlîam bi dawî dibin, em Kurdistanî em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî êrîşên topyekûn, bisekinin. Em berjewendî, nirx û pêşeroja gelê Kurdistanê li ser her tiştê re bigirin û bi têkoşîna hevpar, van polîtîkayên qirêj pûç bikin û vê sedsalê bikin azadiya Kurdistanê.

Em dixwazin ji vir bi taybetî bang li Elmanya bikin. Ji ber ku ev sed salin Elmanya, ji dema îttîhatvanan û heta roja me ya îro di şerê qirêj de bûye piştevanê herî mezin ê Tirkiyeyê. Di destpêka sedsalê de têkîliyên Tirkiye û Elmanyayê xurt bû, lê li xakên Enetolî û Mezopotamyayê Suryanî, Ermenî, Rûm û Kurdên Êzidî rastî qirkirinê hatin. Em Kurd û Elewî vê hişmendiya qirker ji Koçgirî, Agirî, Zîlan, Dêrsim, Mereş û Sêwasê nas dikin û dizanin.

‘DÊRSIMÎ Û ROMÎ JÎ BI GAZA JEHRÎ HATIN QETILKIRIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk di dema damezrandina xwe de bi gazên Elman li dijî Romiyên Pûntosê qirkirinek pêk aniye û axaftina Topal Osman ku gotibû, “Hûn qet meraq nekin, Paşayê min, Ez ê welê dûkelê bidim van Romiyên Pontûsî ku hemû mîna mêşên keran di şikeftan de bifetisin” hate bibîrxistin û hat destnîşankirin ku Romiyên Pontûsî bi gazên kîmyewî hatine qetilkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk di salên 1937 û 1938’an de li Dêrsimê bi gazên jehrî qirkirina Kurdan pêk aniye û hat diyarkirin, “Di salên 1937 û 38’an de bi şandina artêşa qirker re xwestin hebûna dîrokî û çandî ya erdnîgariya qedîm a Dêrsimê wisa bi temamî qir bikin ku carek din nekaribe rabe ser piyan. Di vê qirkirinê de dewleta Tirk ewqas dermirovane bibû ku gaza jehrî ya ji aliyê Elmanan ve hatibû hilberandin, li dijî mirovên bêguneh ên di şikeftan de xwe veşartibûn bi kar anî, bêyî ku bêje ew jin û zarok e jî bi hezaran mirov bi gazên jehrî qetil kirin.

Axaftinên Burokratê wê demê Îhsan Sabrî Çaglayangîl ku Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk bû jî gotibû, “Ez encamê dibêjim. Artêşê gaza jehrê bikar anî. Kesên ku di şikeftan de xwe veşartibûn mîna mişkan jehrî kirin. Ji heft heta heftê salî, wan Kurdên Dêrsimê qetil kirin. Operasyoneke bi xwîn bû, Doza Dêrsimê jî qediya” jî hatin bibîrxistin.

MIKURHATINÊN RAYEDARÊN DEWLETÊ HATIN BIBÎRXISTIN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk sed sal in li hemberî Kurd û Elewiyan bi awayekî eşkere hemû nirxên mirovahiyê binpê dike û ev tişt hatin gotin:

“Îro dewleta Tirk a ku xwedî dîrokeke qirêj e, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li dijî Kurdan û gerîlayên Kurd bi kar tîne. Li dijî hêzên gerîla ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê mafê xwe yê rewa yê berxwedanê bikar tîne, çekên kîmyewî bikar tîne. Ev yek hem sûcê şer û hem jî sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bê lêkolînkirin. Tirkiye tevî ku dizane ku bikaranîna gazên jehrî û bombeyên nukleerî sûcê mirovahiyê û şer e, lê bi zanabûn li pêşberî cîhanê vî sûcî dike. Tevî ku rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe de sûcê xwe îtîraf dikin jî, lê kesên ku li gorî peymanên navneteweyî divê lêpirsîna vî sûcî bikin, lîstina sê meymûnên kor, ker û lal berdewam dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji ber ku Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk û Pispora Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci got, “Nîşeyên giran in, divê bê lêkolînkirin”, hatiye girtin.

“Dewlet û nûnerên partiyê yên pergalê ku ji aliyê dewletê ve tên destekkirin, bi hêceta ku buxtanan li TSK’ê dikin, mirovan lînç dikin û hewl didin rastiyê tarî bikin. Kesên ku dibêjin “Ne pêkane artêş û dewleta Tirk gaza kîmyewî bi kar bîne, bi kar neaniye”, bila li îtîrafên Hasan Îzzettîn Dînamo, Îhsan Sabrî Çaglayangîl û herî dawî jî Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar û li daxuyaniyên saziyên navneteweyî yên serbixwe temaşe bikin. Eşkere bû ku dewleta Tirk a di sala 1938’an de li Dêrsimê li dijî gelê sivîl gaza kîmyewî bikar anî, îro jî heman pêkanînê dubare dike.”

BANGA JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Di daxuyaniyê de bang li OPCW (Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî) hat kirin û hat gotin, “Divê saziyên navneteweyî bi taybetî OPCW demildest erkên xwe bi cih bînin, lêkolînên pêwîst bikin û cezayên pêwîst li ser sûcdaran bên sepandin. Eger nekin wê bibin hevkarê dewleta Tirk.”

Piştî daxuyaniyan Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Nese Ozgen axaftinek kir. Ozgen, ji dîroka bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî yên di şeran de mînakan da û got ku tenê ji sedî 10 stokên çekên jehrî tê zanîn û ji sedî 95’ê van depoyan di destê Emerîka û Rûsyayê de ne. Ozgen, girtina Şebnem Korûr ku ji ber axaftina wê ya bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û bal kişande ser girîngiya destpêkirina lêpirsînê ji hêla saziyên navneteweyî ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk.

Navê rêxistinên ku meş organîze kirinî wiha ne:

“Rêxistinên Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewropa

YNK (Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan)

Tevgera GORAN

KCDK-E (Kongreya Civakên  Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropa) KUR

TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya Şûî Kurdistan  Başûr

Kongra Star (Rêxistna Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûryê) Ewropa

Partiya Zahmetkêşan - Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan)

Tevgêra Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk)

P.D.K.S  (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî )

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûriyeyê

PÇDKS ( Partiya çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê)

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê( El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li  Sûriyeyê

Partiya Li Hevkirin a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Kesk a Demokrat Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûryeyê

Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriyeyê

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP ( Partiya Komînîst a Kurdistan)

Tevgera Kawa

PJAK(Partiya Jiyana Azad a Kurdistan)

Yakîtiya Şorşgerî ya Kurdistan

KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan)

KJAR (Civaka Jinên Rojhilatî Kurdistan)

Platforma Hewram

Platforma Zagros

Platforma Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat a Pêşvero Kurdî li Sûriyeyê

TEV-ÇAND (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdîsche Gemeînde Stûttgart e.V

FEDA ( Federesiyona Elewiyên Kurdistan)

NAV YEK (Navenda Mal û Komeleyên Êzdiyan)

Kurdîsche Zentrûm Berlîn

CÎK ( Civaka Îslamiya Kurdistan)

Enstîtûta Kurdî – Almanaya

Enstîtûta Kurdî – Brûksel

MŞD (Meclîsa Şengal a Derveyî Welat)

YMK (Yekîtiya Mamostayên Kurdistan)

YÊS (Yekîtiya Êzdiyên Sûrî)

Kurdîsche Gemeînde zû Berlîn-Brandenbûrg e.V.

Dachverband der Êzîdîschen Fraûenrate

DKF (Forûma Deûtsch-Kurdîsches) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiya Mezopotamyayê

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê

Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî

Partiya Roj

Xeta Sor

Saziyên Yekîtiya Demokratîk a Ewropayê

Însiyatîfa Alternatîf a Deryaya Reş

Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dêrsimê ya Ewropayê (ADEF)

Konfederasiyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK)

Însiyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê (ADDKÎ)

Konfederasiyona Ewropî ya Koçberên Bindest (AvEG-KON)

Konfederasiyona Karkerên Tirk a Ewropayê (ATIK)

Meclîsên Komuna Şoreşger a Ewropayê (ADKM)

Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst – Ewropa (SYKP Ewropa)

Kongreya Avakirina Dêrsimê (DÎK)

Koordînasyona Êzidiyan

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)

Federasiyona Komeleyên Mereşê (MARDEF)

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiya Mezopotamyayê (PE)

Nor Zartonk - Ewropa

Dî Lîve (Cîhana bê Jiyankirin)

Partiya Keskan û Çep a Ewropayê.”