Aysel Dogan bi merasîmekê ber bi Dêrsimê ve hat oxirkirin

Jina Kurd a şoreşger Aysel Dogan a ku di 11’ê Gulanê de ji ber nexweşiya pençeşêrê ya dema li girtîgehê bû pê ketibû, şehîd bû, li bajarê Kolnê bi merasîmekê ber bi Dêrsimê ve hat oxirkirin.

Siyasetmedar Aysel Dogan a di 11’ê Gulanê de şehîd bû, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekê ber bi bajarê wê Dêrsimê ve hate oxirkirin.

Di merasîma ku bi organîzasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li Bergîsch Gladbach hat lidarxistin de malbata Aysel Dogan, rêhevalên wê, siyasetmedar û hunermend û nûnerên saziyên Kurdan jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Tabûta Aysel Dogan bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" li ser milên jinan anîn salonê. Di merasîmê de biraza/xwişkezaya Aysel Dogan Pinar Mansûroglû axivî û diyar kir ku wesiyeta xaltîka wê ew bû ku wê bişînin Dêrsimê û got, “Min jî mîna hevrêyên min ên li çiyê şehîd ketine, bêyî ku bişûn û kefen bikin, min bispêrin axê. Kefiyeke yê Rojava û fîstaneke spî yên jinên Êzidî li min bikin.”

'EM Ê XWEDÎ LI EMANETA WÊ DERBIKEVIN'

Mansûroglu her wiha anî ziman ku Aysel Dogan bi êşên Komkujiya 38'an a Dêrsimê mezin bûye û hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye û wiha dewam kir: “Em minet nakin, em ziman, çand û baweriya xwe dixwazin. Xaltîka min ew emanetî me kirine. Got ‘Li ziman, çand, xweza û tevgera xwe xwedî derkevin’. xaltîka min digot, 'Yên ku ji gelê Kurd bawer nakin bila temenê wan dirêj be da ku bila bibînin Kurd dikarin çi bi dest bixin'. Ez bawer dikim ku hezkirin û dilsoziya wê derbasê her kesê ku wê dizane û nas dike bûye. Çav û guhên wê her tim li kesên ku neheqî li wan dihat kirin bû. Weke malbata wê soza me ye, em ê xwedî li emaneta wê derbikevin.”

Mansûroglû bang kir ku "Her kes serê xwe bilind bike, negirî" û ji xaltîka xwe Aysel Dogan re got, "Em te ber bi Dêrsimê û Mûnzûrê oxir dikin. Bila Dêrsim te hembêz bike, Mûnzûr te bişo. Em ê xwedî li emaneta te derkevin, emê te ji bîr nekin, em ê li ser rêya te bimeşin. Oxir be” û ew oxir kir.

WÊ HEMÛ NASNAMEYÊN AYÎDÊ XWE BI LAYIQÎ TEMSÎL KIR

Li ser navê hevrêyên wê Zozan Serhat axivî û anî ziman, “Heval Aysel hemû jiyana xwe ji bo vê têkoşînê da. Dixwest ku li çar parçeyan Kurdek nemîne ku destê xwe negihandibe û negihîjîbe wan. Wê her tim ji me re digot, 'Divê em bêtir bixebitin, ev ne bes e. Ger dijmin li Kurdistanê qetlîaman dike, kêmasiya me ye’. Heval Aysel jin bû, Kurd bû, Elewî bû, hemû nasnameyên xwe bi layiqî temsîl kir.”

MAMOSTEYA MÎLYONAN BÛ

Serhat gotina Aysel Dogan ya, "Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin, ji bo vê yekê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin" bibîr xist û got, "İsrara wê ya berxwedanê ji me re mîras ma. Îro bi mîlyonan xwendevanên te ne, mîrasa te devr girtin. Em soz didin te, em ê têkoşîna we bilind bikin."

Di merasîma ku kêliyên hestiyar hatin jiyîn de bê navber dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî xwendina peyama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Aysel Dogan bi tîlîliyan ber bi Dêrsimê ve hate oxirkirin.