Aydar: Em dixwazin navenda KNK’ê bibin Kurdistanê

Endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku xebatên KNK’ê yên dema nû, wê zêdetir giranî bide li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava û got: “Em dixwazin di pêşerojê de, navenda KNK’ê bibin Kurdistanê.”

Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di roja duyem de, bi rapor, nîqaşên xebatên nû û pêşniyaran dewam kir. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs bersiva rexneyan dida û ji ber tevlêbûna kongreyê ya di vê astê de, spasiya her kesê kir û wiha got: “Em spasiya nûnerên partiyên siyasî, delege û endaman dikim ku di bi rexne û pêşniyarên xwe tevlêkariyek cidî li kongreyê kirine. Li KNK’ê mekanîzmaya rexne û rexnedayînê, heye. Ev ji bo xebatên KNK’ê prensîbek girîng e.”

Karamûs bi bîr xist ku xebatên KNK’ê di şert û mercên zehmet de tên rêvebirin û wiha pêde çû: “Em tu carî ne din bandor û siya tu partiyan de ne. KNK saziyek navneteweyî ye. Lewma divê tu partiyên Kurdistanî, di aliyê xebatên KNK’ê de nebe asteng. Lê dîsa jî pirsgirêkan ji bo me derdixin. Mînak şandeya ku ji 35 endamên me pêk dihat, xwestin ji Rojava werin kongreya me, lê nehiştin ku ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbas bibin. Ev hişmendî xizmetê ji tu kesê re nake.”

‘KNK PLATFORMEK AZAD E’

Endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî û qala nîqaşên du rojan kir. Aydar wiha domand: “Ev platformek Kurdistanî ye. Di dîroka Kurdistanê de, pêkhateyek wiha çênebûye. Ev 24 sal in KNK, di vî alî de xebatan bi rêve dibe. Lewma rexne û axaftina her hevrêyekî, gelek girîng e. Ev der platformek azad e.”

Aydar rexneya “Çima KNK ji Kurdistanê zêdegir, xebatên xwe kûr nake?” bersivand û got: “Hem Başûr û hem jî Rojava azad e. Em weke KNK’ê em ê xebatên xwe li van parçeyan zêde bikin. Rexneyek rast û di cih de ye. KNK wê di demên pêşiya me, xebatên li Başûr û Rojava wê zêdetir esas bigire. Lê armanca me hemûyan ew e ku em navenda KNK’ê bibin Kurdistanê.”

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku KNK wê di dema nû de, ber bi guhertinên cidî ve biçe.