AvEG-Kon, KON-MED û ATÎK: Em ê îşev daketin qadan

AvEG-Kon, KON-MED û ATÎK ragihand ku AKP – MHP’ê li dijî şaredariyên HDP’ê darbeyên siyasî kiriye û bang kir ku saet 18:00’an dakevin qadan.

Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon), Konferderasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanya (Kon-MED) û Konferdarasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK) têkildarî xespkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyanî dan.

AvEG-Kon, KON-MED û ATÎK di daxuyaniyan de banga divê hemû koçber û hêzên demokrasî yên herêmî li dijî êrîşên dewleta faşîst a Tirk a li ser Kurdistan û xespkirina şaredariyan li Ewropa saet 18:00’an dakevin qadan, nerazîbûna xwe nîşan bidin.