Şehîdên Kurojahroyê li bajarê Hannoverê hatin bibîranîn

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê şehîdên Kurojahroyê hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG‘ê Gulperîn Ata (Binevş Agal), Sara Saglam (Rojbîn Agirî Serhed), Rojda Guler (Çiya Amed), Nîlufer Xalidyan (Berîtan Sine), Mazlûm Ozguç (Ronî Bakî) ên di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin bîranîn. Di bîranînê de wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di bîranînê de li ser navê KOMAV’ê ve daxuyanî hat xwendin û hate gotin: “Şehîd pêşeroja me ne û em ê li her derê ji bo rûmeta xwe bi qîrin.“

 ‘WÊ DAWIYA ERDOGAN WERE’

Xoşnav Ata ya li ser navê malbata Binevş Agal axivî û got: “Hiqûq û exlaqekî şer jî heye lê DAIŞ û TC tu hiqûqê nahêlin. Dîktatorên zilm kirine ji bîr bûne çûne. Bila şik û gumana tu kesî jê nîn be ku wê dawiya Erdoganê qatil jî kêlikekî gorê ya naletî be.“

Meclîsa Hannoverê, Meclîsa Ronahî, KOMAV, PYD, Woman Defend Rojava û endamên Elman jî tev li meresima bibîranînê bûn. Di meresimê de sînevîzyon hat nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.