Şehîdên Fermana Şengalê li Wuppertal û Hambûrgê hatin bibîranîn

Li Hambûrg û Wuppertalê yên Elmanyayêş şehîdên Fermana Şengalê hatin bibîranîn.

Li Hambûrgê ya Elmanyayê kesên ku 2014'an di Ferman'a Şengalê de şehîd bûn, hatin bibîranîn.

Di bernameyê de ku ji hêla Meclîsa Jinan a Rojbîn li Altona a Hambûrgê hatî lidarxistin, aktivîsta mafê jinan nivîskar Anja Flach axivî û trajediya Êzîdiyan ji gel re vegot.

Flach bal kişande ser ku Êzîdî ji hêla DAÎŞ'iyan ve hatine kuştin, bi hezaran jê jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran jê bêgav mane ku xaka xwe berdin, tecawiz li jinan kirine, weke koleyan ew firotine û got, ''2800 jin hê jî winda ne.''

Li ser navê tevgera Jineolojiyê nûner Mechthîld Exo jî got Êzîdî li gel her tiştî jî têdikoşin, dixwazin li Şengalê bi vîna xwe ya xweser bijîn.

WUPPERTAL
Li dêra navendî ya Wuppertalê Cîty Kîrchê şehîdên şengalê hatin bibîranîn.

Gelek Kurdistanî li bîranînê hazir bûn, ku bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Viyan pêk hat.
Di bîranînê de hate gotin statûya Şengalê bihê naskirin.