Şehîdên azadiyê li Parîs û Aûrîchê hatin bîranîn

Ozgur Karakoçan yê sala 2017’an di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, Gabarê enternasyonalîst ê li Reqayê şehîd bûbû û şehîd Delîl Bagok, Jînda Mardîn û Egîd Bîrhat Nûcan hatin bîranîn.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Aûrîch a Elmanyayê şehîd hatin bîranîn.

Li Parîsê bi merasîmekê Ozgur Karakoçan (Kemal Akyol) yê 4’ê Îlona 2017’an di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû û şervanê Fransî Gabar (Frederîc Henrî Georges Demonchaûx) yê 7’ê Îlona 2017’an li Reqayê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbû hatin bi bîranîn. Gelek Kurdistanî û Fransî tevlê merasîma bîranînê bûn. Merasîm di şexsê Ozgur Karakoçan û Gabar de bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Dayik Bêrîvan Firat û xaleta Ozgur Karakoçan Bêrî Akyol jî tevlê merasîmê bûn. Ozgur Karakoçan ê Dêrsîmî weke ferdekî ji malbata Akyol û Firat li hemberî siyasetên zext û qetlîamê yên faşîzma dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd derket û neçar ma koçê Ewropayê bike di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de mezin bibû. Dayika şehîd Bêrîvan Firat di merasîmê de axivî û diyar kir ku wê piştî şehadeta kurê xwe têkoşîna wî veguhastiye her qadê. Firat her wiha got ku heya welatek azad nebe wê rijîna xwînê nesekîne û da zanîn ku ewê şopdarê têkoşîna azadiyê be. Firat dîsa bal kişand ser şervanê Fransî Gabar û anî ziman ku Gabar li ser bingehê enternasyonalîstiyê li Rojava bûye û şerê gelan ya li dijî hovîtiyê di şexsê Gabar de şênber bû ye.  Piştî Firat, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Leyla Şoreşger axivî û got, “Ew namirin. Ji bo azadiya vî gelî û welatek azad şer kirin, di vê oxirê de şehîd bûn û rêya me ronî dikin. Mîna Kemal û Gabar, bi hezaran şehîdên me, eger nirxên vî gelî neparastibana îro yên polîtîkayên qirkirinê pêk tînin wê bigihîştibana armancên xwe. Ev gel îro di rêya ku ewladên wan li her çar beşan vekirine dikare nefes bistîne. Têkoşîna vê tevgerê wê bi diruşmeya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad dewam bike.”

Merasîm piştî nîşandana sînevîzyona têkildarê dîmenên şehîd Ozgur Karakoçan yên li Herêmên Parastinê yên Medya dom kir û piştre bi berzkirina diruşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

AÛRÎCH

Li bajarê Elmanya Aûrîchê jî ji bo bîranîna şehîdan Delîl Bagok, Jînda Mardîn û Egîd Bîrhat Nûcan merasîmek hat lidarxistin.

Gelek kes tevlê merasîmê bîranînê bûn ya ku bi pêşengiya Meclîsa Jin a Şehîd Zelal hatî lidarxistin.

Di axaftinên malbatên şehîdan û ya li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan hatin kirin de hat destnişankirin ku rastiya şehîdan ronahiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye û ew ê şopdarê wan bin.