Şehîd Rizgar Cîgerxwîn li Stûttgartê hate bîranîn
Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê li hev civiyan û Rizgar Cîgerxwîn bi bîr anîn ku sala 2017'an li Bestayê şehîd bû.
Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê li hev civiyan û Rizgar Cîgerxwîn bi bîr anîn ku sala 2017'an li Bestayê şehîd bû.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê li hev civiyan û gerîlayê HPG'ê Rizgar Cîgerxwîn (Umran Gunduz) ê li Bestayê Mijdara sala 2017'an şehîd bû, bi bîr anîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Rizgar Cîgerxwîn hate temaşekirin.
Qisekeran gotin, "Şehîd rûmeta me ne. Ew bi xeyala Kurdistana Azad û Rêberê Azad tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku daxwazên wan bi cih bînin."
Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.