Şaredarê Grigny: Dewleta Tirk sivîlan dikuje

Şaredarê Grigny Philippe Rio li çalakiyê axivî û got, "Dewleta Tirk sivîlan qetil dike. Divê em bi gelê Kurd re bin."

Li paytexta Fransa Parîsê, li banliyoya Grignyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.

Şaredarê Grignyê Philippe Rio beşdarî meşê bû û got, "Artêşa Tirk sivîlan dikuje."

Rio got, "Piştî 10 salan di ser sûîqesta li siyasetmedarên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla hate kirin, piştî 7 salan di ser serketina wêrek a Kurdan li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê, bêyî ku gotinekê bibêje gelo em ê li hemberî bombekirina Rojava bêdeng bimînin?" Rio bi dewamî got, "Em neçar in ku ji dewletê bêhtir bi lez û dîplomatîk bikevin nava liv û tevgerê. Em ji qada herêmî ber bi cîhanî ve her roj diyalogê biparêzin, avakirina kolektîf û giraniya şaredariya aştiyane ti carî ji nedîtî ve neyên. Em piştgiriyê bidin gelê Kurd û gelên ku bi salan bûne mexdûrê şer."