Êrişên dagirkeriyê li Stuttgartê hatin şermezarkirin

Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, bi banga aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN'ê, Kurdistanî tevî dostên xwe li hev civiyan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di çalakiyê de işaret bi berxwedana destanî ya gerîla hate kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê meşandin. Her wiha belavok hatin belavkirin û hate destnîşankirin ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Li gel hewldana astengkirinê ya polîsan jî Kurdistanî meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û hate ragihandin ku wê timî bi gerîla re bin.