Êrişa li Viyanayê karê DAÎŞ'ê ye -NÛ BÛ

Hejmara mirovên ku doh êvarê li Viyanayê di êrişên terorê de jiyana xwe ji dest dan bû 4 kes. Operasyona polîsan a ji bo girtina êrişkarekî dewam dike. Her wiha nasnameya çeteyê DAÎŞ'ê yê hate kuştin hate eşkerekirin.

Awûstûrya doh êvarê saet di 20'an de bi êrişên terorê hejiya. Çend saet beriya destpêkirina karantînaya duyemîn a li dijî şewbê, êriş pêk hatin û welatên Ewropayê hemû şoq kirin. Li herêma 1'emîn a paytext Viyanayê, li cihekî nêzî qada  Sînagogê û Civata Çandê ya Îsraîlê êrişkaran bi hevdemî li derdorê reşandin.

Di daxuyaniya dawî ya rayedarên Awûstûryayî de hate ragihandin ku hejmara mirovên ji ber êrişê jiyana xwe ji dest dane bûye 4 kes. Her wiha nasnameya êrişkarê ku dema li dijî polîsan şer dikir hate kuştin, hate eşkerekirin. Hate ragihandin ku êrişkar di temenê 20 salî de bû, bi eslê xwe ji Makedonya Bakur bû, li bajarê Modlingê yê Awûsturyayê ji dayik bû bû û li paytext Viyanayê timî diçû mizgeftên nêzî çeteyên DAÎŞ'ê.

XWESTIBÛ BIÇE SÛRIYEYÊ

Wezîrê Karên Hundir Karl Nehammer li ser nasnameya êrişkar daxuyanî da û diyar kir ku terorîstê hate kuştin ji bo tevlî nava çeteyên DAÎŞ'ê bibe bi salan dixwest biçe Sûriyeyê, piştre hate destgîrkirin û 22 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Êrişkar ji ber temenê xwe yê ciwantî meha Tîrmehê bi şert hate berdan. Hate ragihandin ku êrişkar li ser medya dîjîtal timî propaganda DAÎŞ'ê dikir.

Her wiha hate diyarkirin ku li ser êrişkarê navborî êleka bombeyî hebû. Têkildarî êrişkar polîsan avêtin ser gelek malan. Nehammer diyar kir ku di van êrişan de gelek kes hatin destgîrkirin. Wezîrê Awûstûryayî herî dawî diyar kir ku ew niha nikare tiştekî zelal bêje ku êrişkarên cuda hene yan na. Lê belê li gorî medya Awûstûryayê, ji bo dîtina êrişkarekî operasyona polîsan dewam dike.

'ÊRIŞA LI SER DEMOKRASIYA ME YE'

Ji ber êrişê 15 kes birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya 7 ji wan giran e. Ji ber êrişkarên ku hîn nehatine girtin li Viyanayê îro dibistan girtî hatin hiştin. Rayedar banga 'heta ji we tê ji mala xwe dernekevin' li şêniyên bajêr dikin.

Serokwezîr Sebatian Kurz piştî bûyerê li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Em ti carî ji êrişên bi vî rengî yên terorê natirsin, em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê bi her şêweyî bidomînin."

Sebastian Kurz danê nîvro li civîna çapemeniyê axivî û got, "Ev yek êrişeke nefretê ye ku li dijî rêbaza me ya jiyanê, li dijî demokrasiya me hatiye kirin."

Kurz ragihand ku ti hêrs û nefret ji civaka Awûstûryayê xurtir nîne û diyar kir ku di vê êrişê de yek jê jin yek jî mêr du mirovên temendirêj, ciwanekî di rê de derbas dibû û garsoneke jin jiyana xwe ji dest dan.