Êrîşa li ser Şengalê li Fînlandiyayê hat şermezarkirin

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye Kurdistanî û dostên xwe ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ya li ser Şengalê çalakiyeke protestoyî lidarxistin.

Bi dehan Kurdistaniyên li bajarê Helsînkî dijîn û dostên wê îro êvarê li ber sefareta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hatin gel hev û çalakiyeke protestoyî lidarxistin.

Li wir ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Êzidiyên Şengalê, Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de tevî şermezarkirina êrîşên dagirkerî û derhiqûqî yên dewleta Tirk bang li DYE hat kirin ku pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze armanca ku bi rêya DAÎŞ’ê nekarî pêk bîne, niha bi xwe pêk bîne.

Di çalakiyê de di çarçoveya piştgirîdayîna bi gelê Şengalê re pankart û dovîz hatin hilgirtin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dagirkerî û bomberdûmanên dewleta Tirk bi dawî bû.