Çalakiya Çarşemiyê ya li Cenevreyê: Teşhîrkirin didome

Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê ya Kurdan a li ber NY’ê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Cenevreyê dijîn û xwedî li pêngava “Dem Dema heya Azadiyê, Azadiya Rêber Apo Azadiya me” derdikevin, didome.

Kurdistaniyên ku ji aliyekê ve bi çalakiyên xwe azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin, ji aliyê din ve jî teşhîrkirina hêzên navneteweyî bi taybet Neteweyên Yekbûyî ku hevparê êrîşên qirkirinê û êrîşên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê ne didomînin.

Di çalakiya vê hefteyê de, di şexsê Fermandara YJA-Star a Merdînê Sozdar Cûdî (Menal Yusuf) ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker ya 8’ê Gulana 2021’an de li ser herêma Şehîd Mervan a Mêrdîn-Bagokê şehîd bûbû de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salih Saglam li wir axivî û diyar kir ku êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê bi hevkariya dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê pêk hatiye û got, "Eger ku şervan li Kurdistanê berxwedaneke bê eman didomînin, em ê jî bi heman biryardariyê xwedî li vê berxwedanê derkevîn."

Saglam derbarê meşa dirêj a îsal a ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya ji aliyê Kurdan ve tê lidarxistin de agahî da û got, "Em ê cihê xwe di meşa ku ji bo şermezarkirina komployê û ji bo ku bikarin ji pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de bigirin” û banga tevlîbûna meşê kir.”

Piştî axaftina Sağlam Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê berdewam kir.