44'emîn salvegera PKK'ê li Stûttgartê hat pîrozkirin

Li Stûttgartê 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi tevlêbûna gelên cuda, salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Pîrozbahî li Haûs a Çanda Arena ya Stûttgartê hat lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç û ji rêveberiya eyaleta Baden-Wurttemburg a Dîe Lînke (Partiya Çepgir) Rûdolf Burger di pîrozbahiyê de axivîn û partî û tevgerên HBDH, MLKP, TKP-ML û TÎKP’ê peyam şandin.

Pîrozbahî ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Helbestên li ser şehîdan hatin nivîsîn, hatin xwendin.

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Li dijî hişmendiya faşîst a ku beriya 50 salan digot ‘Me beton li ser Kurdan rijandiye’, îro bi hezaran ciwanên Kurd bi xwîna xwe faşîzma Tirk hilweşandin û Kurd ava kirin. Bi saya têkoşîna azadiyê ya bi saya rêbertiya Rêber Apo hatî destpêkirin, îro li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ dîwarên zilmê hilweşandin û dîwarên berxwedanê ava kirin. Jin, ciwan, kal û zarokên Kurd îro li Rojhilatê Kurdistanê, li Zap, Avaşîn û Metînayê, li Rojava û Bakur bi ala azadiyê têdikoşin. Em gelek in ku ji bo vê têkoşînê bi hezaran şehîd dane. Eger ku îro em ev qas mirov li vê meresimê pîrozbahiyê dikin, ev têkoşîna şehîdan çêbûye.”

Yuksel Koç qala êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP-MHP a dîktator ên li ser Rojava û Başûr kir ev tişt gotin: “Gelê me yê li wir û gerîla li ber xwe didin. Em weke gelên li Ewropa dijîn, em ê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û divê em li kolanan bibin dengê wan.”

Di merasîmê de tim dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPJ-YPG”, “Jin jiyan azadî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Ji nûnerên eyaleta Baden-Wurttemberg a Partiya Çepgir Rûdolf Burgel axivî. Burgel bal kişand ser qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê û got: “Ez şoreşgerên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin, silav dikim. Mandeleya roja îro birêz Abdullah Ocalan ku ji vê rêbertiya vê têkoşînê dike û ji bo azadiya gelê xwe li girtîgehê ye, ev 23 girtî ye, di bin tecrîdê de ye û ev demek dirêj e agahî jê nayê girtin. Ev nêzîkatî derqanûnî ye, nayê qebûlkirin. Divê demildest azadiya Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin.”

Burgel îşaret bi qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê kir û wiha got: “Mixabin qedexeya li ser PKK’ê ya li welatê me, hîna dewam dike. Ji ber vê qedexeyê gelek Kurd, mexdûr bûn. Bê guman ev qedexe derhiqûqî ye. Ez dixwazin ji vir bang li hemû gelan bikin; Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê em bi awayek çalak têbikoşin.”

Piştî axaftinê pîrozbahî bi temaşekirina sînevîzyonê dewam kir. Hunermend Pinar Aydinlar, Hozan Sîmar, Garîp Nûrhak û Şerîf Omerî stran gotin. Ciwanan, govend gerand.