Wêneyê Deqa Sor a Mezin a li Jûpîterê ji nêz ve hate kişandin

Maşîna fezayî ya Amerîkî Jûno, ku par xwe gihand dora Jûpîterê, ji cihekî nêz ve li dora bahoza antîsîklonîk a li derdora vê gerstêrkê firiya.

Daîreya Hewayî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) daxuyaniyek weşand û ragihand, maşîna fezayî ya bi navê Jûno mohra xwe daniye binê serketineke girîng.

Li gorî vê yekê, maşîna fezayî bi qasî 9 hezar kîlometreyî xwe nêzî bahoza antîsîklonîk kiriye, ku weke "Deqa Sor a Mezin" tê binavkirin û bi 16 hezar kîlometreyan berfireh e.

Deqa Sor a Mezin a li Jûpîterê, ku mezintirîn gerstêrka li nava Sîstema Rojê ye, ji bo zanyarên li cîhanê hê jî yek ji fenomenên zehmet e bê kifşkirin.

Li gorî daxuyaniya NASA'yê, wêneyên ji aliyê maşîna fezayî Jûno ve li vê derê hatine kişandin, wê di rojên pêş de werin weşandin.