Wan ketiye nava lepên TOKÎ

Di dema dawî de hemû qadên şênkahî û park radestî TOKÎ tên kirin. Li gorî gel û siyasetmedaran, eger bi vî rengî dewam bike wê şênkahî tenê li hewşa walîtiyê bimîne, wekî din her der bibe beton.

Li Kurdistanê bajarên grî ku ji şênkahî û xwezayê bêpar in, tên avakirin. Bi rêya avahiyên TOKÎ ku dişibin avahiyên YÎBO yên demekê, hemû qadên şênkahiyê ji holê tên rakirin. Polîtîkayên hilweşandinê, ku di bin navê projeya veguherîna bajêr de ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve tên meşandin, bûn sedem ku gel û rêxistinên civakî yên sivîl bikevin nava liv û tevgerê. Nerazîbûna li vê rewşê roj bi roj zêde dibe. Herî dawî parka herî mezin a bajêr radestî TOKÎ hate kirin û vê yekê rê li ber hêrseke mezin vekir.

Çend ji park û qadên şênkahî yên Wanê ku di dema dawî de hatine talankirin ev in:

XWESTIN LI PARKA HUNERÊ QEREQOLÊ ÇÊBIKIN

Midûriyeta Emniyetê û Walîtiya Tirk a li Wanê, ji bo projeyên qadên şênkahiyê yên şaredariya DBP'yî bisekinîne, ewilî di sala 2014'an de xwest li şûna avahiya gumrukê ya li kolana Cûmhûriyetê qereqolê çêbike. Lê belê bi biryara Şaredariyên Bajarê Mezin û Rêya Armûşê yên DBP'yî, li vê derê park hate çêkirin. Îtiraza Walîtiya Tirk a li Wanê ya li vê biryarê, hê bi encam nebûye. Eger di encama vê îtirazê de biryarek li gorî dilê Walîtiyê were dayin, wê li parkê qereqol bê çêkirin.

MIFTITÎ DEST LI PARKA RÊYA ARMÛŞÊ WERDA

Parka ku Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî xwest çêbike, bi îdîaya ku 'dibe ku nêzîkatiyên ne rast lê derkeve holê' li destwerdana Miftitiya Wanê rast hat. Dadgeha Tirk ev îtiraza miftitiyê rast dît û biryar da ku park neyê çêkirin.

HILWEŞANDINA PARKA AŞTIYÊ

Parka Aştiyê ya li navçeya Qelqeliyê ku di dema Şaredariya DBP'yî de hate çêkirin, yekane qada şênkahî û parka li navçeyê ye. Lê belê qeyûmê ku dest danî ser şaredariya Qelqeliyê, beriya du hefteyan biryarek da ku beşek ji parkê bê xerakirin û li şûna wê salona sporê were çêkirin.

DESTWERDANA DESTPÊKÊ YA LI ARTEMÊTANÊ LI PARKA JINÊ HATE KIRIN

Li navçeya Artemêtanê, piştî ku qeyûm dest danî ser şaredariyê weke karê destpêkê rabû parka jinê xera kir. Parka Aştiyê ya Jinê cihekî jinan bû ku bi rengekî azad lê tevdigeriyan. Qeyûm çawa ku hat, yekser nav û naveroka parkê guherand.

LI PARKA HERÎ MEZIN A BAJÊR WÊ AVAHIYÊN TOKÎ WERIN ÇÊKIRIN

Herî dawî, Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê biryar da ku li parka herî mezin a Wanê avahî werin çêkirin. Bi vî rengî wê qadeke şênkahiyê ku gelê Wanê bêhnê lê vedide, nemîne.

Parka herî mezin a bajêr, ku wextekê weke herêma leşkerî dihate bikaranîn û bi biryara Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî veguherî qada şênkahiyê û parkê, niha bi destê qeyûm blokên beton lê hatine danîn.

Biryara fermî ya li ser mijarê di malpera Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hate weşandin. Bi vî rengî wê darên ku emrê wan bi sedan salî ye, yên li parkê bên birrîn.

Di çarçoveya protokola navbera Fermandariya Giştî ya Jendermeyan û Îdareya Avahiyên Giştî de ev parka navborî radestî TOKÎ hate kirin. Walîtiya Tirk a li Wanê jî ev ye piştrast kir.

BOZBAY: HILWEŞANDINEKE MEZIN HEYE, DIVÊ GEL HAY JÊ HEBE

Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbay li ser mijarê ji me re axivî û anî ziman, ku qeyûm êdî bêyî meclîsa şaredariyê bi tena serê xwe biryarê dide. Bozbay diyar kir, beriya qeyûm, TOKÎ her tim ji wan qadên şênkahiyê dixwest, lê belê wan li ber xwe didan, ev der nedida TOKÎ û got, "Em niha di demeke welê de ne ku mirovên duh li bajêr tine bûn û sibe wê li bajêr nejîn, bajêr bi rê ve dibin. Lewma hilweşandin tê kirin. Hemû qadên şênkahiyê radestî TOKÎ tê kirin. Êdî pêşî li çêkirina avahiyên ne guncaw hatiye vekirin. Em ji gelê xwe rica dikin ku li hemberî vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan bide. Bila gelê me hay ji rewşê hebe û bi berpirsyarî tevbigere."

ŞAHÎN: EM Ê LI BER XWE BIDIN, EM Ê DESTÛRÊ NEDIN

Aktîvîstê Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê Fatîh Şahîn jî destnîşan kir, ku ew ê destûrê nedin ku xweza bi vî rengî were talankirn. Şahîn got, "Erdheja sala 2011'an karesatek bû, lê belê ji bo bajarekî ji nû ve bê avakirin derfetên berfireh pêşkêş kir. Cihên ku gel karibe lê bêhna xwe vede, dikarîbû bihata avakirin. Lê belê polîtîkayên dewlet û hikumetê destûra vê nedan. Êdî qadeke şênkahiyê nema ye. Em li benda piştgiriya gelê xwe ne. Berî ku Wan hê bêhtir bê tinekirin, em banga têkoşînê li gelê xwe dikin."