Rojên Sînemayê yên Rojava dest pê kir

Komuna Fîlman a Rojava û Yekîtiya Çand û Hunera Demokratîk a Cizîrê, 2. Festîvala Fîlman a Rojava di salvegera Komkujiya Sînema Amûdê de li dar xistin.

Di roja destpêkê ya festîvalê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, partiyên siyasî, şervanên YPG'ê yên birîndar û gelek mirovên ji Qamişloyê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî beşdar hatin silavkirin. Hevseroka Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Asya Ebdullah li festîvalê axivî, qurbaniyên Komkujiya Sînema Amûdê bi bîr anî û sersaxî ji malbatan re xwest. Ebdullah ji ber erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê Bêrîvan Xalid jî destnîşan kir ku festîval wê di pêşketina sînemeya Rojava de xwedî girîngiyeke mezin be.

Li dû axaftinan, navê fîlmên bên nîşandan û derhênerên wan hatin xwendin.