Peyama KCD'ê ya ji bo Cejna Qurbanê

KCD'ê got, ""Bi daxwaza ku ev cejn bibe wesîleya rizgariya ji vê zilmê, em Cejna Qurbanê li alema Îslamê bi dil û can pîroz dikin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek da û cejn li gelê Kurd, hemû alema Îslamê pîroz kir.

KCD'ê diyar kir ku Cejna Qurbanê yek ji rojên girîng û pîroz in ku ji bo mirovahî di naa hizûr û serfiraziyê de bijîn hestên mirovan xurtir dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Lê mixabin, dîktator û kesên di nava hêrsa desthilatdariyê de ne ji bilî xwe jiyan li her kesî zehmet kirine û ji ber polîtîkayên parçekirinê civak li ber hev rakirine. Ji ber vê yekê ev cejna pîroz ji rastiya xwe dûr xistine. Li şûna yekîtî, biratî û hişmendiya hevkariyê, zilm û çewisandin bi cih kirine. Hewl didin bi polîtîkayên parçekirina civakê pîrozmendiyên me pûç û bêwate bikin."

KCD'ê destnîşan kir, gelekî girîng û watedar e ku Cejna Qurbanê li gorî cewher û ruhê xwe bê pîrozkirin û diyar kir ku ev jî ji bo ji bo hemû beşên civakê jiyana li gorî mafên mirovan, edalet, wekhevî, demokrasî, azadî, hizûrê ye.

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Bi daxwaza ku ev cejn bibe wesîleya rizgariya ji vê zilmê, em cejnê li alema Îlamê bi dil û can pîroz dikin."