Perwerdeya zimanê Kurdî ya li DYE'yê hate rawestandin

Li herêma Nasville ya DYE'yê ku şêniyên Kurd lê gelek in, li dibistanên dewletê polên bi Kurdî hatibûn vekirin. Lê belê ji ber kêmaniya xwendekaran dersên bi Kurdî hatin rawestandin.

Bi giranî ji Başûrê Kurdistanê zêdeyî 15 hezar Kurd li bajarê Nashville yê DYE'yê ne. Di encama hewldana civaka Kurd de ya li bajêr, îdareya bajêr qebûl kir ku li dibistanên dewletê yên li herêmê polên Kurdî bêne vekirin û Çileya derbasbûyî ev yek pêk hat.

Lê belê ji ber ku ji bo somestr a payîzê bi têrkerî qeyd nehate kirin dersên zimanê Kurdî yên li dibistanan hatin rawestandin.

Li Nashvilleyê 110 xwendekarên Kurd ên di serdema dibistanê de ne hene, lê nehat eşkerekirin ku ji bo perwerdeya zimanê Kurdî çend xwendekaran serlêdan kirine.

Nûnerên civaka Kurd a li bajêr dibêjin, ji bo xwendekarên Kurd û yên ne Kurd tevlî dersên Kurdî bibin divê hîn bêhtir bên danasîn.

Tê gotin, dersên Kurdî wê ji bo somestr a din ji bo qeydê hebin û eger serlêdaneke têrker bê kirin wê ders hebin.