Li bajarê Borlange ya Swêdê Çarşema Sor hate pîrozkirin

Êzidiyên li bajarê Borlange ya Swêdê dijîn, Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyan cejin diyarî berxwedêrên grevan kirin.

Pîrozbahiya li Goristana Êzidiyan a li bajarê Borlangeyê hate kirin, bi gerandina govendê ya li ber dihol û zirneyê û dayîna xwarinê dewam kir.

Li ser navê Mala Êzidiyan Şêx Xelef Elyas di pîrozbahiyê de axivî û cejna li Êzidiyan pîroz kir û daxwaza azadî û aştiyê kir.

Serkeftina QSD, YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê jî pîroz kirin û ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî spasdariyên xwe pêşkêşkirin.

Şêx Xelef Elyas hêviyên xwe yên aştiyê pêşkêşî berxwedêrên grevên birçîbûnê kir û got: “Em vê roja azadiyê diyarî hemû hevrêyên di grevên birçîbûnê de ne dikin.”

Elyas ê Tirkiye û DAÎŞ şermezar kir, diyar kir ku rizgariya gelê Kurd bi yekbûnê ve girêdayî ye.Elyas bibîr xist ku wê destekê bidin grevên birçîbûnê û wê dengê wan bigihînin raya giştî.

Piştî axaftinan û şûnde dûa hatin kirin.