Konferansa AIDS'ê ya Navneteweyî: Fikar zêde dibin

Li dijî nexweşiya AIDS'ê bi beşdariya bi hezaran pisporî, konferansek hate lidaxistin. Ji ber kêmaniya alîkariya dewletan, fikarên li ser vê nexweşiyê zêde dibin.

Konferansa AIDS'ê ya navneteweyî, roja Yekşemê li paytexta Fransa Parîsê dest pê kir û wê sibe biqede. Ji hemû welatên cîhanê zêdeyî 6 hezar lêkolîner û saziyên alîkariyê tevlî konferansê bûne.

Ji ber ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp ragihand, ku wê yek ji çar parên fona ji bo têkoşîna li dijî AIDS'ê hatiye veqetandin bê kêmkirin, konferansê bi moraleke neyînî dest pê kir. Bi teserûfa ku pêşkêşî kongreyê hate kirin re DYA dixwaze herî kêm mîlyarek ji 4 mîlyarên salane ji têkoşîna li dijî AIDS'ê re vediqetîne, kêm bike.

Li gel vê yekê, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî beşdarî vê konferansa ku li welatê wî tê lidarxistin, nebû. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Macron tenê nûnerekî xwe şand konferansê. Vexwendina nûnerên hin saziyên beşdarî konferansê dibin ji bo Qesra Elysêe, têra kêmkirina nerazîbûnan nekir.

KÊMKIRINA FONA DYA WÊ BANDORÊ LI TEDAWIYA 800 HEZAR KESÎ BIKE

Fona ku rêveberiya DYA ji têkoşîna dijî AIDS'ê vediqetîne, du ji sê barê fona giştî ya vê yekê ye. Ji ber kêmkirina vê fona DYA, tê texmînkirin ku piraniya wan li Afrîkayê zêdeyî 800 hezar nexweşên AIDS'ê ji tedawiya antî-retrovîral bêpar bimînin. Li gorî saziya bi navê Kaîser Famîly Foûndatîon, eger ev alîkarî bê birîn wê salane 200 hezar kesên din li 1,8 mîlyon nexweşên vê nexweşiyê zêde bibin.

Bi saya alîkariya ji gelemperiya cîhanê, ji dewletan, şîrketên taybet û ji şexsan tê kirin, sala 2016'an fona têkoşîna li dijî AIDS'ê 19,1 mîlyar dolar bû. Lê belê ev hejmar têra tedawîkirina 36,7 mîlyon mirovên bi vîrûsa HIV'ê ne û ji bo pêşîgirtina li nexwşeşiyê nake.

ZÊDEYÎ 17 MÎLYON MIROVÊN BI VÎRÛSA HÎV'Ê NE, NIKARIN DERMAN BIBIN

Tê texmînkirin ku hejmara mirovên li gelemperiya cîhanê bi vîrûsa HÎV'ê ne, 36,7 mîlyon e. Tê gotin, bi mîlyon mirov haya wan ji nexweşiya xwe nîne. Her wiha li gorî texmînan, tenê 19,5 mîlyon nexweş dikarin ji derfetên tedawiyê sûdê werbigirin.

Li gorî armancên Neteweyên Yekbûyî, heta sala 2020'î wê 90 ji sedî yê nexweşan bên tedawîkirin. Lê belê ji bo pêkhatina vê armancê pêwîstî her sal bi 26,2 mîlyar dolarî heye.

Li gorî lseroka saziya bi navê Internatîonal AIDS Socîety (IAS) Lînda Bekker, eger DYA û dewlet û saziyên heta niha alîkarî dane têkoşîna li dijî AIDS'ê alîkariya xwe kêm bikin, ev yek wê bibe sedem ku serketinên heta niha di vî warî de hatine bidestxistin, qels bibin.

Tevî ku nepêkane ku nexweşen AIDS'e bi temamî bibin xwedî tenduristiyeke baş, lê belê pêkane ku emrê wan ê jiyanê bê dirêjkirin. Bi saya tedawiya antî-retrovîal, ku di salên 1990'î de hate dîtin, pêkane ku ev nexweş jiyana xwe bi rengekî normal bidomînin.

DANEYÊN DAWÎ YÊN AIDS'Ê

Li gorî daneyên Bernameya HIV/AIDS a Neteweyên Yekbûyî (UNAIDS) ku piraniya wan bi texmînan hatine destnîşankirin, hejmara mirovên di sala 2016'an de bi vîrûsa HIV'ê bûn, ji 30,8 mîlyon heta 42,9 mîlyon e.

Li gorî vê yekê, tê texmînkirin ku 34,5 mîlyon ji van nexweşan zêdeyî 15 salî ne. 2,1 mîlyon jî zarok in. 52 ji sedî yê mirovên bi emir ên bi vê nexweşiyê ketine, jin e.