IOM: Li 4 welatan nêzî 10 milyon mirov rû bi rû birçîbûnê ne

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IMO) diyar kir ku li hinek herêmên diyar ên Efrîqayê bi milyonan mirov di bin gefa birçîbûnê de ne.

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cinêv a Siwîsreyê bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihand ku li 4 welatên Efrîqayê metirsîya birçîbûnê li ser 10 milyon mirovan heye. Li ser navê IOM'ê Joel Millmam daxuyanî da û got; "Ji bo pirsgirêkên birçîbûnê yên mirovên ku li Somalî, Sûdana Başûr, Yemen û Nîjeryayê dijîn, pêwîste rêxistinên navnetewî bikevin nava tevgerê."

Millman diyar kir ku ji ber rewşa şer, bê îstikrariya aboriyê û hişkbûnê li van welatan birçîbûn tê jiyîn. Jiyana milyonan mirovan dibin metirsiyê deye.

HÊ DEM HEYÎ, PÊWÎSTE ALÎKARÎ BIGIHIN WAN

Millman diyarkir ku nêzî 20 milyon mirov li Yemen, Somalî, SÛdana Başûr û Nîjeryayê pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye û wiha got; "Li beramberî vê rewşê bêdeng mayîn, tê wateya ku pişt zivirandina li milyonan mirovan. Hê dem heye bi zû tevger were kirin û alîkarîya pêwîst bigihe van mirovan."