‘HES û bendav Sûlava Bêgiriyê ziwa dike’

Sûlava Bêgiriyê ya li navçeya Bêgirî ya Wanê û weke "Nûwazeya Xwezayê" tê pênasekirin ji ber HES'ên Ayrancilar her sal ava wê kêm dibe. Serokê Çev-Derê Alî Kalçik û banga xwedî derketina li Sûlava Bêgiriyê kir.

Ji ber avakirina HES û bendavan roj bi roj derdor û ekolojiya Kurdistanê wêran dibe. Ji sala 2002’an û vir ve piştî AKP bû desthilatdar bi sedan bendav û HES hatin avakirin. HES'ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê tên çêkirin mîrateyên çandî, qadên jiyanê, xweşikbûnên xwezayî, Sûlav û geliyan yek bi yek tine dike. Ji ber avakirina HES'an her roj li Kurdistanê çem, gelî û daristanên herêmê tine dibin. Li navçeya Bêgirî ya Wanê ji ber çêkirina HES û bendavan Sûlava Bêgiriyê tine dibe. Li gorî hawirdorparêzan ji ber HES'ê Sûlava Bêgiriyê ewil wê di navbera hin deman de qut bibe û pişt re wê bi temem herîkin xwe winda bike bi fikar û bi guman in.

XEBATA DIJZANÎ

HES a Ayrancilar a ku ji aliyê Muradiye Elektrîk Enerjî Uretîm A.Ş. ve hate çêkirin salê 168.96 GWH enerjiyê wê çêbike û bi salan xebatên wê bi awayekî dijzagonî berdewam kirin. HES a Ayrancilar berê ji aliyê Şaredariya Bêgiriyê ve bi hinceta ku bê destûr bû hate morkirin û li gel vê yêkê rayedarên şîrketê mor jê kirin û xebat berdewam kirin û bi wî awayî projeya HES'ê temem bû. Şaredariya Bêgiriyê destûr neda pirsa ku dixwestin di sala 2011'an de li ser heman çemî çêbikirin û welatiyên gundan ji bo HES neyê çêkirin serî li Dozgeriya Bêgiriyê dan. Ziyana ku HES'ê  daye xwezayê bi salan li ber çavan nehate dîtin û daxwaznameya gundiyan dayî jî nehate bikaranîn.

‘HES, SÛLAVÊ ZIWA DIKE Û ZINDIYAN QETILDIKE’

Serokê Komeleya Hawirdor (Çev-Der) Alî Kalçik der barê HES û bendavên li ser SÛlava Bêgiriyê tên çêkirin  axivî û diyar kir ku  HES a Ayranci zirarê dide Sûlava Bêgiriyê û HES'ên li herêmê hatin çêkirin ji bilî zirarê ti sûda wan tineye û wiha axivî: “Bi HES’ê ya Ayrancilarê , 3 santralên cuda jî hatine çêkirin. Ev santral jî nêzî 41 MG’yî hildiberîne. Bi vê hilberînê re girêdayî hemû nebat û zindiyên li herêmê   qetil dike. Ya herî girîng jî masiyên difirin (İnci Kefali)  yên girêdayî Wanê ne  qetil dike. HES ne tenê zirerê dide nebat û zindiyan bi xwe re Sûlava Bêgiriyê jî ziwa dike.”

‘MAFÊ HEMÛ ZINDIYAN E’

Kalçik da zanîn ku HES’a Ayrancilarê Masiyên bi nav û deng ên bi xwe re qetil dike û wiha pê de çû: “Li gorî tespîtan di sala 2017’an de nêzî mîlyonek masî hatine qetilkirin. Ava xwezayê mafê hemû cureyên zindiya ne û divê hemû zindî jê sûdê bibînin. Divê zirer û ziyan neyê dayîn. Dewlet îdia dike ku hemû mafên karanîna ava xwezayê yê wan e. Lê ev av xwezayî ne û mafê me zindiya ne. Divê bi ti awayî av neyên kontrolkirin û bi azad biherike.”

‘SÛLAVA BÊGIRÎ ZIWA DIBE’

Kalçik banga xwedî derketinê li Sûlava Bêgiriyê kir û wiha ev tişt got: “Xwezaya Wanê û hemû cureyên zindiyan yên li herêmê tên qetilkirin. Em  Komeleya Çev-Derê bang li tevahiya Hawirdorparêzan û raya giştî dikin li dijî vê komkujiya xwezayê derkevin û xwedî li xwezaya Wanê derkevin.”

Kalçik di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku xebata HES'ê ya Ayrancilar bi dawî bibe wê Sûlava Bêgiriyê ewil wê di navbera hin deman de qut bibe û pişt re wê bi temamî ziwa bibe.