'Em qurbanên xwe bişînin Bakurê Kurdistanê'

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir, ku bi qurbanên xwe bişînin Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê.

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da û bi bîr xist, ku Cejna Qurbanê tê wateya yekîtî, piştgirî û xweşbîniyê. Tûrhalli destnîşan kir, ku wê alîkariyên xwe yên bi vê wesîleyê, ji Bakurê Kurdistanê re bişînin ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye hilweşandin. Tûrhalli anî ziman, ku qurban "kevneşopiyeke ji sedsan, ji hezaran salî ye" û got, "Mîna ku ola me li ser me ferz dike, em jî bang li hemû bawermendan dikin ku di vî warî de bi berpirsyariya xwe rabin. Yanî em bang li mirovên ku rewşa wan a aboriyê baş e dikin, 'ya we heye, lê ya xizanan nîne. Bi xizanan re par ve bikin. Ev yek fermaneke ola me ye'. Di dema bicihanîna vê fermanê de zor û zehmetî derdikevin pêşiya me. Yên ji xwe re dibêjin 'em oldar in' astengiyan derdixînin pêşiya me. Em hewl didin van qurbanên xwe bişînin ji mexdûrên ku malên wan ji aliyê Kemalîstên kesk ve hatine xerakirin, hatine kuştin û avêtine binê zindanan. Em ê qurbanên xwe bişînin ji Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê re. Di dema bicihanîna vê xêr û ferza olî de jî dewleta Tirk astengiyan derdixîne pêşiya me. Tevî van hemûyan jî em xwe digihînin armanca xwe û qurban û alîkariyên xwe digihînin mexdûran."

'JI AKP Û DÎTÎB'Ê BAWER NEKIN'

Tûrhalli bi bîr xist, ku saziyên nêzî AKP'ê jî li Ewropayê alîkariyê didin hev û got, "Hin xusûs hene ku divê civaka me, bi taybetî Misilmanên durust lê baldar bin. Qurbanên ku ji aliyê qaşo cemaetên Îslamî yên weke DÎTÎB û Mîllî Goruş kom dikin, ji bilî qurbanîkirina mirovên me û hemû dijberên desthilatdariya zalim, bi kêrî tiştekî nayên. Her qurbanê ji van qaşo cemaetan re tê dayin, Îslamê pûç dike, Misilmanên durust û ji dil dikuje, li hemberî hev radike, dixe girtîgehan û malên wan desteser dike. Her Misilman, bi taybetî Misilmanên Kurd divê qurbanên xwe nedin van cemaetan. Her qurbanê ku ji van cemaetên dewletê yên bi maskeya olî re tê dayin, ji bilî tinekirina Îslamê û qurbanîkirina mirovan nayê ti wateyê. Ev jî bi navê Îslamiyetê felaketeke."

'DIVÊ MIZGEFTÊN ME JI BO ALÎKARIYÊN QURBANÊ BIXEBITIN'

Hafiz Ahmet Tûrhalli bang li mizgeftên ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê kir û got, "Pêwîste her Misilman divê bi vê bîr û baweriyê qurbanên xwe bidin û xwe ji van cemaetên navborî vegirin. Em Civaka Îslamî ya Kurdistanê, îsal kampanyayeke xurtir dimeşînin. Û bang li her kesî dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û wecîbeyên xwe yên olî bi cih bînin. Pêwîste mizgeftên me, nûnerên şev û ro bixebitin û kêm jî be êşa gelê me kêm bikin. Divê her kes bi dildarî tevlî vî karî bibe. Bi hêviya ku mirov nebin qurbanî û cejneke bi aram û dilrehetî, em ji niha ve cejnê li her kesî pîroz dikin."