Darên Sekoya yên hezaran salî bi tevdîrên taybet têne parastin

Li daristana Marîposa ya li parka xwezayî Yosemîte ya Kalîforniyayê, 500 darên sekoya hene. Hinek ji wan beriya niha bi 2 hezar salî di dema Îsa pêxember de şîn bûne. Li dijî gefên tûrîstan tevdîr hatin girtin.

Darên Sekoya dikare heta 100 metreyî jî dirêj bibin. Ev darên ku hêdî hêdî mezin dibin, bi milyonan sal in hene. Darên Sekoya li şerîdeke berfireh a li peravên Pasîfîk ên DYA ne ku dirêjiya vê qadê 75 kîlometre ye, firehbûna wê jî 750 kîlometre ye.

Daristana Marîposa yek ji 65 daristanên sekoya ye. Li vê daristanê, ji bo darên sekoya ji tûrîstan bên parastin, bi 40 milyon dolarî tevdîr hatin girtin. Li daristana Marîposayê 500 darên sekoya hene. Hinek ji van beriya niha bi 2 hezar salî di dema Îsa pêxember de şîn bûn.

Lê belê tûrîst ji bo darên sekoya bûbûn tehdît. Ev daristan bi wesayitê bi 4 saetan dûrî San Francîsco ye. Û yek ji parkên DYA ye ku herî zêde serdan lê tê kirin. Di karê jinûve sererastkirina daristanê de dikanên ku alavên bîranînê difiroin û trenek tûrîstan bi dîzelê dixebite hatin rakirin. Tevî vê yekê parka ji bo 115 wesayitan hatibû amadekirin hate rakirin. Li şûna wê parkeke hîn biçûktir hate çêkirin.

Rakirina asfaltê û parka mezin a wesayitan wê bibe sedem ku av hîn bi rengekî xwezayî biherike û kokên daran jî bêyî tehde lê bibe, bi rehetî şîn bibin.

Di çarçoveya tevdîran de rêyeke ji şeş kîlometreyî hate destnîşankirin. Li herêmên herî hesas, pirên ji daran hatin çêkirin. Bi saya vê yekê wê astengdar jî karibin bi hêsanî bigerin. Ji aliyekî ve tevdîrên parastinê ji bo daran hatin girtin, li aliyê din jî derfetên cuda ji tûrîstan re hatin afirandin.