Canda ya kedkar niha li Reqayê ye

Kedkara Canda ku li cihê kontrola alîkariya pêşî ya li eniya Reqayê bi zehmetî ji tinebûnê hatî avakirin, û kesek wê nabîne, her roj ji bo sedan şervan û sivîlî dibe derman.

Di pêvajoya Şoreşa Rojava de qet dengê Wê nehate bihîstin, televizyon bi qasî ku bi pey şervanên biyanî diketin qet ew şanî nedan, lê Canda hemşîreya li eniyan bû, di Şoreşa Rojava de ku bi fedakariyeke mezin tevlê bû, hêza jinê ya bi qudret bi keda xwe, bi bêdengî didomîne.

Hema hema her roj alîkariya pêşî dide şervanan, kontrola sivîlan kom bi kom dike, dema ku mudahele pêwîst be qet nafikire jî, hema di cih de tişta ku hewce ye dike. Bi doktorê eniyê Heval Akîf re bawerî û hêza jinê nîşanî dinyayê dide. Canda, birîna şerekî mezin dipêçe…

Di şoreşa Rojava de li gelek eniyan ma, ji birîna guleyan re jî, ji şewata giran re jî, ji parçeyên xayin ku ketin nav laş de jî bû derman Canda, ji Êşa diran û seriyan a şervanan re jî..

Dema ku destgirtî ye dil dide Şoreşa Rojava. Hemşîre Canda ji kêfan nizane çi bike, ji bo şoreşê, ji bo welatê xwe dixwaze tiştinan bike. Pêşî bi destgirtiyê xwe re diaxive. Destgirtiyê wê qebûl nake ku di eniyan de Canda bixebite, ditirse ku tiştek bi serê wê were, bi tirsa ku mirina Canda wê wî jî biqedîne.

Beriya ku salek di ser re biçe destgirtiyê wê jî tevlî nav refên YPG’ê dibe û di pêngavekê de pê li mayinekê dike û şehîd dibe. Ev bûyer rewşa herî xirab bû ku bi serê Canda hatibû ku wê ti caran ji bîr neke.

Canda piştî bi dehan pêngavan niha jî li eniya Reqayê dixebite; hem ji birîndaranre ku di nav xwînê de mane dibe derman û hem jî cenazeyên şehîdan bi wêrekiyeke mezin hazir dike ji bo cihê ku wê biçinê.

Me xwest Canda ya Dêrikî ya 26 salî ku birîna şerekî dipêçe û bûye şahida van hemû serboriyan ji nêz ve nas bikin.

Te li kû xwend, li kû te dest bi hemşîretiyê kir?

Piştî lîseyê min beşa hemşîretiyê bi dest ve anî. Em li Şamê bûn. Piştî ku min salekê xwend, dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, ji ber zexta rejîmê min nema dikarî bixwînim. Ji bo vê li Nexweşxaneya Şam Muwesadeyê 6 mehan xebitîm. Dema ku şer derbasî Şamê bû rewş giran bû, em vegeriyan Dêrikê. Ev 4 sal in li Nexweşxaneya Dêrikê dixebitim.

Tevlî nav kîjan pêngavan bûyî?

Li Qamişlo di şerê di navbera YPG û hêzên rejîmê de hazir bûm, li Til Hemisê. Tevlî nav pêngavên Til Koçer û Rimêlanê bûm. Ji dema ku Pêngava Xezaba Firatê dest pê kirî, ev 9 meh in li vir im. Carinan ji bo 5 rojan diçime malê, bêhna xwe didi mû dîsa vedigerim.

Bîranînên herî xirab û herî xweş a ku te ji bî nekiriye kîjan in?

Ez destgirtî bûm. Dema ku pêngavê dest pê kirî destûr neda ku tevlî bibim, min ew terikand û tevlî pêngavê bûm. Piştre ew jî li pey min tevlî nav pêngavê bû. Pir naxwazim behs bikim.

Min hevrêtî nas kir. Min ji nêz ve hevalên jin nas kirin. Li vir min giyanê hevrêtiyê nas kir. Me pir ji hev hez kir. Tişta herî xirab ew  e piştî ku mirov hev nas dikin û ji hev hez dikin şehîd dibin. Tişta herî xweş jiyana hevrêtiyê ye. Carinan min nedixwest biçim malê jî.

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, tu jî parçeyek ji vê şoreşê yî. Hîsên te çine?

Ez hêvî dikim ku Şoreşa Rojava serfiraz bibe. Piştî ku Pêngava Reqa serfiraz bû û şehîd xilas bûn ez ê tevlî pêngava Bakur bibim.

Çi bû sedem ku tu tevlî şoreşê bibî?

Beriya ku ez ji diya xwe bibim malbata min, bavê min Apoyî bûn. Du apê min û meteke min şehîd bûne. Niha birayekî min jî di pêngava Reqayê de ye. Ji bo ku xwîna wan li erdê nemîne, ji bo ku ez j îtiştekî tevlî vê şoreşê bikim di nav pêngavê de min cihê xwe girt.

Di pêngava Reqayê de tişta herî zehmet çiye?

Derman têrê nakin. Dermanê me têra me nain. Rê pir dûr e û xirab e. Birîndar heta ku digihine Hesekê şehîd dibin. Lê bi taybetî kêmbûna dermanan pir zorê dide.

Gelê me yê ku li dîasporayê dijî pir meraq dike, di şerê ev çend giran de çawa dixebitin, ev wêrekî ji kût ê…

Wêrekiya me hevrêyên me ne, em wêrekiya xwe ji xwîşk û birayên xwe, ji şehîdên xwe distînin. Em van birîndaran dibînin, ev canê xwe feda dikin. Dema ku em dibine şahidê van tiştan em bi hîsa ku birîndaran xilas bikin tije dibin. Ev daxwaz mirov wêrek dike.

Ji bo te, hem bi jinbûna xwe û hem bi hemşîrebûna xwe, rizgarkirina Reqa ji bo te tê çi wateyê?

Azadkirina Reqayê azadkirina jinên Reqayê ye. Li Reqa rewşa jin û zarokan ne baş e. Zilmê li van dikin. Hemû kar bi keda jinê û zarokan tê kirin. Ti heqê wan nîn e. Kole ne, di nav malê de cihên wan dişon, xawrina wan çêdikin. Jin û zarokên Reqa pir mezlûm in.

Tu sivîlan jî dibînî, tedawiya wan jî dikî; di vê mijarê de ya ku bala te kişandî, bandor li te kirî?

Beriya bi du rojan sivîl hatin, em çûne cem wan û me ew tedawî kirin. Piştî tedawiyê jinek hate cem min, bi destê min girt û behsa zarokên xwe kir: ‘’Çeteyan zarokên min kuştin. Li ber çavê min goştê zarokên min heliya, tenê hestiyên wan man.’ Vê bûyerê ez pir êşandim, pir bandor li min kir. Pir zahmet ku dayikek bibe şahid ku li ber çavê wê zarokên wê werin kuştin, li ber çavê wê cenaze birizin..Û mirov ji bo xemrevînê jî be nikaribe tiştekî bike..

Niha berê her kesî li Reqayê ye. Dixwazî çi bibêjî? Bi taybetî ji bo jinên dinyayê mesaja te çiye?

Bila destekê bidin. Hem ji bo sivîlan hem ji bo şervanan bila malzemeyên tendiristiyê bişînin, derman hewce ye. Pêdivî bi cilan, erzaqan heye, ji ber ku gelek koçber li kampan dijîn, bê pêlav û bê gore ne di zivistanê de. Di vê mijarê de alîkarî bikirana, derman ji bo şervan û sivîlan bişandana wê baş bibûya.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka –Eren Kansoy