Bîlançoya trajediya li Behra Spî zêde dibe: Bi kêmanî 31 koçber mirin

Li peravên Lîbyayê keştiyeke ku koçber têde bûn, noqî avê bibû û di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hejmara miriyan gihişt 31’an.

Li gorî bîlançoya dawîn a Gûardîa Costîera ya ku yekeya ewlekariya peravan a Îtalyayê ye, ji ber ku di keştiyeke nêzî bajarê Zûara yê Lîbyayê noqî avê bûye, ji nav 200 penaberan cenazeyê 31 kesan hatiye dîtin.

Keştiyên ku di navbera 500-700 kesan hildigirin de, ji ber noqbûna keştiyê 200 kes ketibûn avê. Li gorî Gûardîa Costîerayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome û nêzî 2 hezar koçber hatine rizgarkirin.

Li hêrêmê hê li 14 keştiyan digerin û tê texmînkirin ku hejmara miriyan gelekî zêde ye.

Di operasyonên duh de nêzî 1500 koçber hatibûn rizgarkirin û detayên ewlekariya peravan a Lîbyayê 237 kes jê rizgar kiribûn.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê ji 1’ê Çile û vir ve ji 50 hezarî zêdetir penaber hatine welat. Bi operasyonên du rojên dawîn re ev hejmara bi ser 52 hezaran dikeve. Li gorî sala bihurî hejmar ji sedî 45 zêde bûye.